Mehmet Uçum: Em berî dawiya îsal nirxandina çekdanînê radigihînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Mezin ê Serokkomarê Tirkiyeyê zanyarên nû li ser prosêsa çekdanînê û armanca prosêsa aştiyê eşkere kirin û ragihand ku dibe ku Abdullah Ocalan wekî koordînatorê prosêsa çekdanînê rol bîne, lê ti guhartin bi ser rewşa wî ya qanûnî û cezayê wî de nayên.

Şêwirmendê Mezin ê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum got ku dirûşm û armanca prosêsa aştiyê li nik wan tenê rawestandina rûbirûbûna çekdarî nîne, belku bi manaya binbirkirina bi tevahî ya çalakiyên çekdarî, birîna çavkaniyên piştgiriyê, nehêlana hejmoniyê û nehêlana gotar û zimanê terorê tê.

Uçum amaje bi helwesta Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan li ser prosêsê kir û got: "Ocalan peyama xwe temam kiriye û pênaseya rewşê bi prosêsa têkelbûna ligel dewlet û civakê kiriye; herwesa tekez kiriye ku pirsa cudabûnê, serxwebûnê û heta xweseriyê (autonomy) jî di rojevê de nîne, belku armanc têkelbûna bi dewlet û gel re ye."

Li ser rola paşerojê yê Ocalan jî, navbirî ron kir: "Daku Ocalan bikare rola xwe ya bibandor di helweşandina çekdarî û biserxistina prosêsa têkelbûnê de bibîne, dibe ku pêdivî bibe ku ji aliyê lîjneya çekdanînê ve erkê koordînatoriyê ji wî re bê spartin.”

Şêwirmendê Mezin ê Erdogan eşkere jî kir: “Ev pêngav jî tenê bo peydakirina şert û mercên guncayî yên karkirinê ye û ti destkarî û guhartinan di rewşa qanûnî, mafê zindanî û wî cezayê ku li ser wî hatiye sepandin çê nake."

Li ser aliyê qanûnî û bernameya demkî ya pêngavan jî, Uçum eşkere kir ku pêdivîtiya wan bi qanûna çarçoveyê heye û di wî warî de jî lihevguhertinên qanûnî yên giring rû didin. Herwesa pêşbînî kir ku beriya bidawîhatina vê salê biryara Encûmena Ewlehiya Niştimanî ya Tirkiyeyê (MGK) li ser nirxandina çekdanînê bê ragihandin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Mehmet Uçum tekez kir ku êdî Encûmena Şopandinê zêdetir hûrgiliyan li ser prosêsê bo raya giştî eşkere dike, herwesa beriya bidawîhatina nîva yekê ya sala 2027ê û di dema şeş mehan de, hemî pêngavên diyarinkirî yên wê prosêsê dikevin qonaxa bicihanînê.