Qeys Xezelî: Em maf û mûçeyên xelkê Kurdistanê diparêzin

Qeys Xezelî
Qeys Xezelî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyê diyar ê Çarçoveya Hevahengiyê Qeys Xezelî di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê eşkere kir ku di dema du heftiyan de duberekiyên li ser çend wezaretan dê bên çareserkirin; herwesa peyameke piştrastkirinê jî arasteyî xelkê Herêma Kurdistanê dike û tekez li ser dabînkirina maf û mûçeyên wan dike.

Serkirdeyê diyar ê Çarçoveya Hevahengiyê Qeys Xezelî di daxuyaniyeka taybet de bo peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê amaje bi wê yekê kir ku di demên dawiyê de ji ber cihêrengiya dîtin û nerînan li ser yekalîkirina çend wezaretan lihevkirin nehat kirin, lê tekez kir ku bi alîkariya Xudê di dema du heftiyên bê de ew mijar bi rastî û bi tevahî dê bê çareserkirin.

Li ser Wezareta Koç û Koçberan jî, Xezelî ron kir ku nerazîbûn û nerînên cihêreng li ser vî postî mijareka nû nîne û ji mêj ve heye, lê piştrastî da ku di paşerojeka gelek nêzîk de dê li ser van astengiyan jî zal bibin û dê yekalî bikin.

Di pareka dî ya axaftina xwe de jî, wî serkirdeyê Çarçoveya Hevahengiyê bo hawelatiyên Kurdistanê got: "Peyama me bo gelê me li Kurdistanê peyama hezkirin û tebayiyê ye; ew pareka veneqetyayî ya Îraqê ne û em hemî yek laş in, herwesa em bo parastina mafên wan û dabînkirina mûçeyên wan cidî ne."

Li dawiya jî, Qeys Xezelî daxwaz ji hemî aliyên siyasî û bi taybetî hêzên Herêma Kurdistanê kir ku bo dûrxistina duberekî û hevrikiyên siyasî ji jîn û jiyar û berjewendiyên xelkî alîkar bin, daku hawelatiyên Îraqê bi giştî û xelkê Herêma Kurdistanê bi taybetî ji zirarênên wan duberekiyan parastî bin.