Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin bandora pêleke dijwar a baranê de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke dijwar a baran û sermayê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê VEgirtiye. Ji ber lehiyê û metirsiya rûdanan, heta niha li Stenbolê sê kesan jiyana xwe ji dest daYe, li pênc parêzgehan xwendin hat rawestandin û hişyarî li seranserî wî welatî hatin dan.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Diyarbekirê Mahir Yûksel di daxuyaniyekê de got ku ji bo bajarê Diyarbekirê koda zer hatiye danîn û niha ti metirsiyeke mezin a lehiyê nîne, pileya germê jî li derdora 23 pileyiyan e. Lê li tevahiya Bakurê Kurdistanê, ji bilî bajarê Rihayê, pêşbîniya baranê tê kirin. Bi taybetî li bajarên wekî Osmaniye û Mereşê, û bi taybetî li bakurê Mereşê, hişyariya baraneke xurt û metirsiya lehiyê hatine dan.
Metirsiya lehiyê û qurbaniyên Stenbolê
Li ser rewşa Stenbolê û parêzgehên derdorê, peyamnêrê K24ê da zanîn ku berî du rojan li Stenbolê baraneke gelek xurt barî ku di dema 84 salên borî de baraneka wesa nehatiye dîtin, ku li ser her metreke çargoşe 273 kîlogramên baranê barîn. Metirsiya lehiyê li Stenbolê îro û sibe jî berdewam e, ji ber ku pêleke nû ya serma û baranê ji aliyê Balkanê (Bulgaristan û Yewnanistanê) ve ber bi Tirkiyeyê ve tê.
Li gorî agahiyên fermî:
- Heta niha 3 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye.
- 3 hezar û 55 kes ji deverên metirsîdar bo cihên ewle hatine veguhastin û hêşta venegeriyane malên xwe.
- Di bûyerekê de li Stenbolê, xortekî 14 salî ku pêxas çûbû nav ava lehiyê, pêyê wî bi têleka elektrîkê ket û jiyana xwe ji dest da.
Rawestandina perwerdeyê li 5 parêzgehan
Ji ber berdewamiya barana xurt û metirsiya lehiyê, îro li 5 parêzgehan (Stenbol, Yalova, Koçelî, Duzce û Sakarya) biryara girtina deriyên dibistanan û rawestandina perwerdeyê li hemî dibistanên fermî û taybet hat dan.
Pêşbîniya hewayî bo herêmên din
Ji bilî Stenbolê, pêla baran û sermayê ber bi rojhilatê Stenbolê û bakurê Tirkiyeyê (Rojava û Navenda Deryaya Reş) ve diçe. Herwesa di qada Anatoliya Navîn de jî, bi taybetî li derdora Enqereyê, û li herêma Deryaya Spî li bajarên Mêrsîn, Adana û Hatayê hişyarî hatine dan ku welatî li hember lehiyê û karesatên hewayî hişyar bin û bi taybetî pêxas neçin nav ava lehiyê daku ji şorta elektrîkê parastî bin.