48 endam û berpirsên bilind ji nava CHPê hatin derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Bilind a Dîsîplînê ya CHPê biryara derxistina 48 endam û berpirsên bilind ên partiya xwe pejirand, ku di nava wan de gelek serkirdeyên naskirî û endamên berê yên desteya birêveberiyê ya wê partiyê jî hene.
Desteya Bilind a Dîsîplînê ya Partiya Gel a Komarî (CHP) îro În, 16ê Cotmeha 2026ê, piştî nirxandina dosyayên wan kesên ku ji bo lêpirsînê bo wê lîjneyê hatibûn birêkirin, biryara xwe ya dawiyê da û bi rengekê fermî 48 berpirs û endam ji nava rêzên wê partiyê derxistin.
Di nava wan navên ku biryara derxistinê li ser wan hatiye dan de, çend serkirdeyên bilind û kesên diyar ên wê partiyê hene, wekî Selin Sayek Boke, Aylin Nazliyaka (Seroka berê ya Tayê Jinan), Ilhan Cihaner, Gul Çiftçi, Yelçin Karatepe, Yanki Bagcioglu, Kerim Rota, Sevgi Kiliç û Serkan Ozcan, ku di demên cuda de postên bilind di encûmena wê partiyê (PM) û Desteya Birêveberiya Navendî de hebûn.
Di eynî demê de, Desteya Dîsîplînê biryar da ku ti cezayan li ser du endaman nesepîne, ku ew jî Metin Guzelkaya (Serokê berê yê Tayê Bedlîsê) û Ozan Varel (endamê encûmena partiyê) ne.
Sedema derxistinê û rewşa navxweyî ya CHPê
Ev biryara nû di demekê de tê ku mezintirîn partiya opozîsyona Tirkiyeyê di bin qonaxeke giran a duberekiyên navxweyî û pirsgirêkên qanûnî de derbaz dibe. Sedema sereke ya şandina wan 48 serok û endaman bo wê lîjneyê ew bû ku ew bi wê yekê dihatin tawanbarkirin ku di dema hîn jî endamên CHPê bûn, ji bo berjewendiya bask û aliyên din ên siyasî kar kiriye, serkirdetiya wê partiyê jî ev yek wekî binpêkirina binegên dîsîplîn û etîka partîtî binav kir.
Krîza di nava CHPê de piştî wê yekê kûrtir bû ku li roja 24ê Termeha 2026ê, Serokê berê yê CHPê Ozgur Ozel ku bi biryara dadgehê ji ber nemana rewatiyê ji posta wî hatibû dûrxistin, bi rengekê fermî ligel zêdetirî 90 parlamenterên din destberdana xwe ya ji karî ragehandibû û yekser daxwaza fermî ji bo damezrandina "Partiya Nû" pêşkeşî Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê kiribû. Bi vê veqetandinê re jî, Partiya Nû bû partiya duyê li Parlamentoya Tirkiyeyê bi 91 kursiyan, û CHP jî ji 44 kursiyan daket rêza pêncê ya parlamentoyê.