Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî, bi mebesta beşdarbûna di civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de, gihîşt Bexdayê, Paytexta Iraqê.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ji bo beşdarbûna di 52yemîn xula civîna Encûmena Wezîrên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî de, berbanga îro Şemiyê, 17ê Cotmeha 2026an, gihişte Bexdayê.

Biryar e ev civîna Wezîrên Derve yên rêxistinê du rojan li Bexdayê dewam bike. Di civînê de dirûşma "Diyalog û piştevaniyê; du stûnên sereke ne ji bo pêşxistina aştî û geşepêdana domdar" wekî tewera sereke ya civîn û rûniştinan hatiye diyarkirin.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê "IRNA", Ebbas Araqçî ji bilî pêşkêşkirina gotarekê di civîna giştî de, dê li ser peywendiyên dualî û pêşhateyên dawî yên navçeyê, zincîreyek hevdîtin û guftûgoyan bi hevtayên xwe yên welatên îslamî re jî pêk bîne.