Bayram Bozyel: Pirsa Kurd ne pirsa terorê ye, federalî dikare bibe çareserî
Diyarbekir (K24) – Siyasetmedarên Kurd derbarê pêvajoya çekdanîna PKKê û helwesta dewletê de dibêjin, ew qebûl nakin ku pirsa kurd tenê bi danîna çekan ve were girêdan û divê mafên rewa yên kurdan asta desturî de werin nasîn. Akademîsyen jî derbarê pêvajoya ku li Tirkiye dimeşe de dibêjin, dewlet dixwaze piştî çekdanîna PKKê pirsa kurd jî bi awayeke xwezayî ji holê rabe, lê ev nêrîn ji çareseriya mayînde gelek dûr e.
Şewirmendê Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Lijneya Polîtîkayên hiqûqê yê Serokomariyê Mehmet Ûçûm da zanîn, dê beriya dawiya salê Lijneya Ewlekariya Neteweyî derbarê çekdanîna PKKê de biryarê bistîne ku cîbicîkirina yasaya pêvajoyê bi pesendkirina Lijneya Ewlekariya Neteweyî ve hatiye girêdan. Derbarê pêşhatên dawî yên pêvajoyê de jî siyasetmedarên kurd amaje dikin ku ji daxuyaniyên rayedarên dewletê xuya dibe ku tê xwestin pirsa kurd tenê di çarçoveya çekdanînê de qere nîqaşkirin û sînordarkirin.
Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel ji Kurdistan24ê re got: “Dewlet mijarê rast pênase nake, ev ne pirsa terorê ye, pirsa kurd û Kurdistanê ye, 200 sal in kurd bo mafên xwe têdikoşin, eger dewlet dixwaze bi kurdan re wek bira bijî divê wekhevî hebe, divê Kurd xwe di destûrê de bibînin, federali dikare bibe çareserî ku sînor jî parçe nabin.”
Derbarê nêrîna dewletê ya bo çareseriya pirsa kurd de akademisyen jî balê dikêşin ku her çiqas pirsa kurd bi çekdanînê were sînordarkirin jî dê pêvajoya hilbijartinan de were dîtin ku pirsa ji çekdanînê berfirehtir e û wê çareseriya pirsa kurd di pêvajoya hilbijartinê de bibe yek ji mijarên sereke.
Akademîsyenê Zankoya Dîcle yê Beşa Hiquqê Vahap Coşkun dibêje: “Pirsa Kurd bi danîna çekan çareser nabe, daxwazên kurdan hene ji dwletê, ev yek dê di pêvajoya hilbijartinê de derbikeve holê, wê demê wê were dîtin ku kî dixwaze pirsa kurd çareser bike.”
Siyasetmedarên Kurd dibêjin, pirsa Kurd divê bi danîna çekan ve newe girêdan û akademisyen jî dibêjin nexşerêya dewletê de ji danîna çekan zêdetir tiştek nîne ku bidestxistina mafên rewa yên kurdan jî girêdayî şiyanên siyaseta Kurd e.”