Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve û Koçberan ê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî, bi mebesta beşdarbûna di civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de, gihîşt paytexta Iraqê, Bexdayê.

Şeybanî îro 17ê Cotmeha 2026an gihîşt Bexdayê. Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ragihandin û Peywendiyan a Wezareta Derve ya Sûriyeyê, Şeybanî dê tevlî 52yemîn xula Encûmena Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî bibe.

Kar û xebatên vê xulê li paytexta Iraqê dest pê kirin û dê du rojan (17 û 18ê Cotmehê) dewam bikin. Di vê civînê de nûnerên 55 dewletên endam û çavdêr beşdar dibin.

Berdevkê civînan Heseneyn Kamil, di daxuyaniyekê ragihand, piştî gihîştina hemû şandên beşdar bo Bexdayê, civîn bi awayekî fermî dest pê kirine. Rûniştin bi dirûşma "Diyalog û hevgirtin; du stûnên sereke bo bihêzkirina aştî û pêşkeftina domdar" birêve biçin.

Kamil herwiha aşkere kir ku amadekarî bi hevahengiya hevbeş di navbera Wezareta Derve, Sekreteriya Giştî ya Civata Wezîran, Wezareta Karên Navxwe ya Iraqê û Sekreteriya Giştî ya Rêxistina Hevkariya Îslamî de hatine encamdan, da ku hemû şert û mercên rêxistinî, ewlehî û lojîstîk ji bo serxistina civînê bên dabînkirin.

Şandên beşdar ji roja Pêncşemê ve berê xwe dabû Bexdayê. Beşdarbûna di vê xulê de wek derfeteke girîng a rawêjkarî û hevahengkirina helwestên welatên endam li hember astengiyên li pêşberî cîhana îslamî û bihêzkirina hevkariya hevbeş tê nirxandin.

Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir ku mêvandariya Bexdayê di vê qonaxê de xwedî girîngiyeke taybet e li hember qeyranên navçeyî û navneteweyî, û ev pêngav peyameke xurt e ji bo zêdekirina lêktêgihîştin, aştî û aramiya domdar li herêmê.