Elî Zeydî: Qebûlkirina cudahiyan kilîteke girîng e ji bo kêmkirina nakokiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di merasîma vekirina civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî de ragihand, Bexdayê deriyên xwe ji birayên xwe yên cîhana îslamî re vekiriye, herwiha destpêşxeriya Bexdayê ya ji bo girêdana torên enerjî û veguhastinê li navçeyê pêşkêş kir.
Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro 17ê Cotmeha 2026an, di merasîma destpêkirina 52emîn xula Encûmena Wezîrên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî de, li paytext Bexdayê gotarek pêşkêş kir û diyar kir ku Bexda wek landika şaristanî, zanist, raman û dîrokê hembêza xwe ji bo cîhana îslamî vekiriye.
Zeydî pîrozbahî li Sekreterê Giştî yê Rêxistina Hevkariya Îslamî kir bi helkefta destbikarbûna wî û got: "Cîhana îslamî rûbirûyî astengiyên mezin bûye, ev rewş jî şiyana pêkvejiyan û hevahengiya welatên îslamî ligel guherînên aborî, çandî û medyayî diceribîne."
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir ku qeyranên li ser asta herêmî û navdewletî, pêwîstiya wan bi zêdetirkirina xebata hevbeş hene, daku berjewendiyên gelan bên parastin û paşeroja nifşên nû bê misogerkirin. Zeydî tekez kir, Rêxistina Hevkariya Îslamî stûneke sereke ye ji bo bihêzkirina peywendiyên biratî û hevktêgihîştinê di navbera miletan de.
Derbarê doza Filistînê de, Elî Falih Zeydî helwesta neguhêrbar a Iraqê dubare kir û ew wek navika hemû aloziyên herêmê binav kir. Herwiha got ku bidestxistina dadperweriyê ji bo gelê Filistînê û dabînkirina mafên wan, bingeha aştî û aramiya navçeyê ye. Herwiha bal kişand ser wê yekê ku Iraq heta niha jî baca derencamên aborî yên şer û rageşiyên herêmî dide.
Di çarçoveya kêmkirina nakokiyan û zêdekirina hevahengiyê de, Zeydî bang li welatan kir ku bazirganiya azad biparêzin, rêyên veguhastinê ewle bikin û deriyên navdewletî vekirî bihêlin.
Her di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Iraqê destpêşxeriyek ji bo girêdana temam a torên enerjiyê, xetên hesinî, amrazên veguhastinê û pêwendiyên dîjîtal pêşkêş kir. Destpêşxerî herwiha pêşxistina pergalên dravê dîjîtal û platformên bazirganiyê li xwe digire, ku armanc jê bihêzkirina aramiya aborî û şiyana rûbirûbûna qeyranan e.
Elî Zeydî destnîşan kir ku Rêxistina Hevkariya Îslamî platforma herî guncaw e ji bo belavkirina ramanên miyanrew û lêborînê, û daxwaza helwesteke yekgirtî li dijî nefretê û ji bo piştevaniya bindestan kir.
Di dawiya axaftina xwe de, Serokwezîrê Iraqê spasiya Komara Pakistanê kir ji bo hewldanên wê yên di warê hêvarkirina rewşê de û bang li tevahiya welatên endam kir ku gavên xwe ji bo çespandina aştiyê li herêmê zêdetir bikin.