Debara welatiyên Tirkiyeyê zor e: Hêza kirînê kêm bûye

Enqere (K24) – Li Tirkiyeyê her ku diçe hêza kirînê ya welatiyan kêm dibe û zehmetiyên jiyana rojane zêdetir rû didin. Ligel ku desthilat dibêje aboriya Tirkiyeyê mezin dibe û enflasyon bi jêr de dadikeve raportên sendîkayan rewşa heyî ya aboriyê didin nişandan ku sînorê birçîbûnê 38 hezar lîre derbas kir. 

Li Tirkiyeyê ligel ku li parlamentoyê keş û hewaya siyasî xurt e li bazaran li kolanan mijarên herî sereke rewşa aborî ye, debar e û xizaniyê ye. Navenda Lêkolînan a Sendîkaya Metal-Îşê (BÎSAM) jî raporta meha Cotmehê ragihand. Li gorî vê li Tirkiyeyê ji bo malbateke ku ji 4 kesan pêk tê bikaribe bi awayekî tendurist xwe xwedî bike lêçûna mehane ya xurekan ango sînorê birçîbunê bûye 38 hezar û 235 lîreyê Tirkî û ev yek jî 10 hezar û 160 lîreyê Tirkî zêdeyî mûçeyê kemanê yê li Tirkiyeyê ye.

Necmettîn Kurt ê fêkîfiroş di vî warî de got: “Hêza kirînê ya welatiyan gelekî kêm bûye; berê pirbûn hebû lê niha mirov nîv kîlo fêkî jî bi zorê dikirin. Tevî ku berhem pir e û nirxê wê guncav dixuye jî, lîtreya mazotê bûye 100 lîre, kîloyeke poşetan jî bûye 100 lîre. Yewmiya karkerekî li cem yekî bixebite gihiştiye 2 hezar 500 lîreyî. Di bin barê kirê û bacê de em dawiya mehê bi zorê tînin.”

Li gorî raportê di meha Cotmehê de herî zêde ya lêçûnên rojane bi 452.52 lîreyê Tirkî di beşa şîr û berhemên şîr de pêk hatiye û ev biqasî ji sedî 35.5 tevahiya lêçûnên xurekan pêk tîne. Fekî û zebze bi 262.30 lîreyan di rêza duyemîn de ne, goşt, mirîşk û masî jî bi 231,35 di rêza sêyemîn de ne.

Welatiya bi navê Dîlek jî got: “Niha debara me zêde zor e. Di şertên Tirkiyeyê de mûçeyê Kêmane gelekî hindik didin. Em di kireyê de rûdinin û kireya me jî zêde ye. Em debara xwe zor bela îdare dikin.”

Welatiyê bi navê Hasan Acar jî ragihand: “Em malnişîn bi mûçeyê ku hikumetê rewa dîtiye tenê dikarin 15 rojan derbas bikin, rojên din jî bi deyn û qerta krediyê derbas dikin. Heta berî du salan em belaş dijiyan. Di karê barkêşiyê de îro depoya kamyonekê bi 700-800 hezar lîreyê Tirkî tijî dibe ku berê mirov bi van pereyan kamyonek dikirî. Hikumet 25 sal in desthilat e, xuyaye divê êdî hin tişt bên guhertin.”

Herwiha ji bilî mesrefên xurekan dema mesrefên weke perwerde, tenduristî, çûnehat û lêçûnên din yên mecbûrî dikevin nav de sînorê xizaniyê di meha Cotmehê de sînorê xizaniyê bûye 125 hezar û 606 lîreyê Tirkî.