Duran Kalkan: Me hêzên xwe ji sînoran vekişandin, lê Enqereyê ti gaveke pratîkî neavêtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ragihand, wan hemû hêzên xwe yên çekdar ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişandine, lê li hemberî vê yekê hikûmeta Enqereyê pêvajoya aştiyê tenê di asta gotinan de hiştiye û ti gaveke pratîkî neavêtiye.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Duran Kalkan, di daxuyaniyekê de ji bo medyayê da zanîn, wan ji bo serxistina pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk gelek gavên bingehîn û dîrokî avêtine, lê belê dewleta Tirkiyeyê li beramberî wan gavan bêdeng maye û tenê bi axaftinan sînordar maye.

Kalkan got: "Di salên 2025 û 2026an de me hemû hêzên xwe yên çekdar ji nava sînorên Tirkiyeyê û navçeyên ser sînor vekişandin. Di vê qonaxê de ji aliyê me ve ti metirsiyeke çekdarî li ser ewlehiya Tirkiyeyê nemaye."

Derbarê şertên berdewamkirina pêvajoyê û bicihanîna biryarên Kongreya 12emîn a PKK’ê de, Kalkan tekez kir ku divê beriya her tiştî azadiya fîzîkî ji bo Abdullah Ocalan bê dabînkirin û zemîna qanûnî û siyasî ji bo tevlîbûna demokratîk a PKK’ê were avakirin.

Kalkan anî ziman ku desthilatdariya Tirkiyeyê ev pêvajo zêde kiriye qada bazarên siyasî û bi pirsgirêkên navxweyî û berjewendiyên hilbijartinê ve girê daye, ev nêzîkatî jî rê li ber pêşveçûneke rastîn digire.

Kalkan daxwazên bi rengê "bila çek bi temamî bên danîn" wekî daxwazên bêwate bi nav kirin û got: "Hêzeke çekdar nemaye ku metirsiyê çêbike; ev cure daxuyanî tenê ji bo çêkirina fişarê li ser PKK’ê, kuştina demê û derengxistina pêvajoyê tên kirin."

Pêvajoya nû ya aştiyê di destpêka sala 2025an de dest pê kiribû. Ev gav piştî wê yekê hat ku Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di dawiya sala 2024an de banga axaftinê li Abdullah Ocalan kiribû, da ku di Parlamentoya Tirkiyeyê de daxuyaniyekê bide û hilweşandina PKK’ê ragihîne.

Li ser vê bangê, Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de daxwaz ji PKK’ê kir ku kongreya xwe lidar bixe û çekan deyne. Piştî wê yekê jî, PKK’ê di Gulana 2025an de Kongreya xwe ya 12emîn pêk anî û biryara hilweşandina rêxistinê û danîna çekan wergirt.

Piştre di Tebaxa 2026an de, Parlamentoya Tirkiyeyê pêşnûmeya efûyeke sînordar ji bo wan çekdarên PKK’ê yên ku çek danîne pesend kir û ji bo şopandina cîbicîkirina vê pêvajoyê jî komîteyeke çavdêriyê bi serokatiya Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz hat avakirin.