Posta cîgirê parêzgarê Kerkûkê ji bo pêkhateya Tirkmen tê diyarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Bereya Tirkmenî û Fraksiyona Erebî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li hev kirine ku posta cîgirê duyem ê parêzgar bidin pêkhateya Tirkmen, da ku kesekî tirkmen bi awayekî demkî bibe parêzgarê biwekalet ê bajêr.
Li gorî vê pêşniyara rêkeftinê, endamê fraksiyona Tirkmenî Ehmed Remzî ji bo posta cîgirê duyem ê parêzgar hatiye berbijarkirin. Piştî destbikarbûna xwe, Remzî dê desthilatên parêzgar wergire û ji bo dema mehek û çend rojan îdareya parêzgehê bi rê ve bibe.
Sedema vê pêşniyarê ji bo daxuyaniyeke Cîgirê Yekem ê Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Taha vedigere. Taha di dema vekirina dibistana Şêx Settar a li Kerkûkê de ragihandibû: "Ez niha parêzgarê Kerkûkê yê biwekalet im."
Ev axaftin bû sedema nerazîbûna tund a berpirsên Bereya Tirkmenî û giliya xwe gihandin berpirsên pilebilind ên YNKê. Li ser vê yekê, Mihemed Seman bi lez serdana avahiya parêzgehê kir û Bereya Tirkmenî bi zelalî tekez kir ku ew rê nadin careke din Rêbiwar Taha desthilatên parêzgar bi kar bîne. Kerkûk niha ji ber nebûna parêzgar û qedexekirina bikaranîna desthilatan ji aliyê Rêbiwar Taha ve, di valahiyeke îdarî de ye.
Aliyên peywendîdar li ser parvekirina postan li hev kirine. Li gorî rêkeftinê, fraksiyona Erebî razî bûye ku posta cîgirê duyem ê parêzgar bo tirkmenan be, çunkî biryar e piştî serê salê:
- Posta Parêzgarê Kerkûkê ji pêkhateya Ereb re be.
- Posta Cîgirê Duyem ê Parêzgar ji bo tirkmenan be.
- Posta Cîgirê Yekem ê Parêzgar ji bo YNKê be.
Her wiha li gorî vê rêkeftinê, di dema pevguhertina van postan de dê posta Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê jî radestî YNKê bê kirin.