Lionel Messi bû yekem lîstikvan ku Xelata Prensesa Asturiasê werdigire
Navenda Nûçeyan (K24) – Stêrka navdar a fûtbolê Lionel Messi destkeftiyeke din a bêhempa li karîyera xwe zêde kir û bû yekem lîstikvan di dîrokê de ku hêjayî wergirtina "Xelata Prensesa Asturiasê ya Werzişê" hat dîtin.
Di merasîmeke fermî de, Xelata bi prestîj a Prensesa Asturiasê pêşkêşî stêrkê arjantînî Lionel Messi hat kirin. Lijneya dadweran ragihand, ev biryar li gorî pîvanên bilind û destkeftiyên wî yên mezin hatiye dayîn; beriya her tiştî ji ber ku Messi di dîroka fûtbolê de xwediyê herî zêde nasnav û serkeftinan e.
Herwiha lijneyê bal kişand ser karîyera wî ya werzişî ya kêmwêne, şiyana wî ya bêhempa û hewlên wî yên mirovî yên berdewam di warê dabînkirin û bihêzkirina derfetên xwendinê û lênêrîna tenduristiyê de ji bo wan zarokên ku herî zêde hewcedar in.
Lijneya dadweran di daxuyaniya xwe de tekez kir, Messi bi saya biryardarî, dilnizmî û pabendbûna xwe ya bi ruhê xebata tîmî kariye rêz û heyraniya hemû cîhanê bi dest bixe, û van xisletên mirovî yên hêja rê xweş kirine ku ev xelata giranbiha ji vê stêrka cîhanî re were bexşîn.