Kurdek ji bo xelata baştirîn lîstikvanê Asyayê berbijar e
Navenda Nûçeyan (K24) – Konfederasyona Fûtbolê ya Asyayê (AFC) navê sê berbijarên dawî yên ji bo wergirtina xelata baştirîn lîstikvanê salê ya sala 2026an aşkere kir; golparêzê Kurd ê tîma neteweyî ya Îranê Elîriza Bêranvend di nava sê lîstikvanên dawî de cih girt.
Malpera fermî ya Konfederasyona Fûtbolê ya Asyayê (AFC) lîsteya sê berbijarên xelata baştirîn lîstikvanê parzemîna Asyayê ya sala 2026an belav kir. Li gorî daxuyaniyê, golparêzê Kurd ê tîma neteweyî ya Îranê û yaneya Traktorsaziyê Elîriza Bêranvend ketiye nav vê lîsteya sêkesî.
Du lîstikvanên din ên ku ligel wî golparêzê kurd ji bo bidestxistina vê xelata giranbiha ya parzemînê hevrikiyê dikin ev in: Salim El-Dewsirî, stêrka klûba Hîlal a Siûdiyê û Fîras El-Bûrêkan, êrîşberê klûba Ehlî ya Siûdiyê.
Elîriza Bêranvend di Kupaya Cîhanê ya 2026an de bi tîma neteweyî ya Îranê re beşdar bûbû û di her sê lîstikên qonaxa koman de golparêzê yekem ê tîmê bû, ku di wan sê lîstikan de tenê sê gol lê hatibûn tomarkirin.