Mihemed Hacî Mehmûd rexneyên tund li rawestandina Parlamentoya Kurdistanê digire
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd, rexneyên tund li sekinandina du salan a Parlamentoya Kurdistanê girt û tekez kir ku ji bo parastina qewareya Herêma Kurdistanê û berjewendiyên xelkê, pêwîst e parlamento di zûtirîn dem de were çalakkirin.
Mihemed Hacî Mehmûd îro 24ê Cotmeha 2026an, di çarçoveya Çaremîn Dîdara Gullexaneyê de, gotarek pêşkêş kir û rawestandina karê Parlamentoya Kurdistanê wekî ziyaneke mezin binav kir.
Mihemed Hacî Mehmûd da zanîn, ev du sal û çend roj in deriyê parlamentoyê girtî ye û got: "Di van du salan de, Parlamentoya Kurdistanê dikarîbû bi dehan qanûnan di berjewendiya xelkê Kurdistanê de pesend bike, wan qanûnên Bexdayê yên li dijî kurdan hatine derxistin betal bike û bi dehan qanûnên din jî hemwar bike; lê mixabin îro holên parlamentoyê vala mane."
Derbarê rewşa aloz a Rojhilata Navîn û metirsiyên li ser navçeyê de, Sekreterê PSDKê hişyarî da û ragihand: "Ez hêvîdar im Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên siyasî bi hev re kar li ser van pirsan bikin; ji ber ku li navçeyê her kes xwe ji bo şer amade dike û kes nêzîkî aştiyê nabe."
Herwiha tekez kir ku kurdan heta niha bi zanebûn û hestiyariyeke mezin xwe ji qeyran û şerên nexwestî yên herêmê parastiye û got: "Şerekî ku ne yê me be, divê em bi her awayî xwe jê biparêzin."
Di dawiya axaftina xwe de, Mihemed Hacî Mehmûd banga yekrêzî û hevdengiya neteweyî kir û destnîşan kir ku di nava xelkê Kurdistanê de derbarê pêwîstiya destpêkirina karê parlamentoyê de hevdengiyek heye; loma pêwîst e hemû alî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û avadankirina welat bi hevre gavan biavêjin.