Keşnasiya Kurdistanê: Pêleke baranê û daketina pileya germê tê payîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnasî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê pêşbîniyên rewşa keşûhewayê yên 48 saetên bê belav kirin. Li gorî daxuyaniyê, asmanê Kurdistanê bi giştî dê ewrî û baranî be û li piraniya navçeyan xunav û barana nerm dibare.

Li gorî ragihandina Keşnasiyê, ji piştî nîvro ve li hinek deveran baran dê veguhere barana gur. Tê pêşbînîkirin ku ev pêl bi taybetî sînorê parêzgehên Hewlêr, Silêmaniyê û Dihokê, herwiha îdareya serbixwe yên Soran û Germiyanê bigire nava xwe.

Hat ragihandin ku leza bayî dê di navbera 15 heta 25 kîlomitran de di saetekê de be, carinan dê çalaktir bibe û bigihîje serî 30 km/s ber bi arasteya bakurê rojhilat ve.

Dûrahiya dîtinê jî, di navbera 7 heta 9 kîlomitran de dibe, lê di dema barîna baranê de dadikeve 5 heta 7 kîlomitran. Herwiha pileyên germê li gorî duh, 4 heta 5 pileyan dadikevin.

Sibe yekşemê asman dê bi temamî ewrî be, li piraniya navçeyan barana hûr û navîn bi awayekî navberî heta derengiya êvarê berdewam dike. Piştre seqayê keşûhewayê ber bi arambûnê ve diçe û asman ewrawî dibe.

Leza bayî hêdî ber bi navîn ve dibe, di navbera 10 heta 20 km/s de ber bi arasteya başûrê rojava ve diçe. Dûrahiya dîtinê, di navbera 7 heta 9 kîlomitran de dibe. Herwiha pileyên germêjî li gorî roja şemiyê hinekî din jî dadikevin.