Rubio: Washington bi ti awayî rê nade Îran bibe xwedî çeka atomî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekez kir ku Washington bi ti awayî rê nade Îran bibe xwediyê çekê atomî. Herwiha diyar kir jî, Serokê Amerîkayê dosyeya Îranê ji nêz ve dişopîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro 7ê Mijdarê, di çarçoveya beşdariya xwe ya di Konferansa CPACê de, ku mezintirîn kombûna salane ya muhafezekar û komarîxwazan e li Amerîkayê, ragihand: "Donald Trump çavên xwe ji dosyeya Îranê negirtiye."

Rubio bal kişand ser helwesta tund a Washingtonê û got: "Serok Trump rûbirûyî Tehranê bûye, ji ber ku armanca wî welatî jinavbirina Amerîkayê û şêwaza jiyana wê ye. Em bi ti awayî qebûl nakin ku desthilateke tundrew bibe xwediyê çekên komkuj."

Hevdem li gel van daxuyaniyan, Serokê Amerîkayê Donald Trump li devera West Palm Beach a ser bi wîlayeta Florîdayê ragihand: "Eger me li Îranê nedaba, dibe ku îro Îsraîl tune bûya." Trump her wiha got, eger Îran bibûya xwediyê çekê atomî, ew ê bikar bianiya û Rojhilata Navîn bi temamî ji holê radikir.

Serokê Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser qonaxa niha ya rageşiyan û destnîşan kir ku Îran piştî 8 mehên şer, artêş û aboriya wê têk çûye û niha hewl dide dawî li pevçûnan bîne.

Trump di dawiya axaftina xwe de got: "Niha em ligel wan danûstandinan dikin, û ew ji bo gihîştina rêkeftinekê gelekî bi peros û dilgerm in."