Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji kesûkarên qurbaniyên lehiya Hewlêrê re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya telefonê hevxemiya xwe gihand malbatên her du qurbaniyên lehiya Hewlêrê û Parêzgarê Hewlêrê jî wekî nûnerê wî tevlî şîna wan bû.
Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî piştî nîvroya îro Yekşem, 8ê Mijdara 2026ê, bi rêya telefonê sersaxî ji binemal û kesukarên qurbaniyên lehiya şeva borî ya bajarê Hewlêrê, Xudêjêrazî Mihemed Resûl û Mistefa Serkewt, kir û hevxemiya xwe ya zêde gihand wan.
Fermangeha Medya û Zanyaran amaje bi wê yekê jî kir ku Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw wekî nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevlî şîna wan her du qurbaniyan bû û sersaxî ji malbatên wexerkiriyan re xwest.
Şeva borî lehî bû sedema gihandina zirarê ji bo hejmareke tax, xanî û milkên welatiyan li Hewlêrê. Ji bo alîkarîkirina zirardîtiyan jî çendîn tîmên rizgarkirinê û xwebexş çûne meydanê.
Pêleke bihêz a baranê ji roja Pêncşem, 5ê Mijdara 2026ê ve deverên Herêma Kurdistanê vegirtin û di şeva Şemî, 7ê Mijdarê de gihîşt asta herî bilind. Barîna rêjeyeka gelek zêde ya baranê di demeke kurt de bû sedema çêbûna lehiyê li hejmareka tax û cadeyên bajarê Hewlêrê û astengiyeke zêde ji bo çûnûhatina welatiyan çê kir.
Li gorî amarên fermî, ji ber lehiyê du kesan li bajarê Hewlêrê canê xwe ji dest da, ku yek ji wan Mistefayê 5 salî bû û yê din jî ciwanekî xwebexş ê 25 salî bû ku di dema rizgarkirina xelkê de xeniqî.
Ji bo parastina jiyana welatiyan û peydakirina derfetê bo tîmên şaredariyê ji bo paqijkirina cadeyan, Parêzgeha Hewlêrê biryar da ku îro Yekşem, 8ê Mijdarê li hemî baxçe, dibistan û zanîngehan bêhnvedana fermî be. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevahiya tîmên rizgarkirin û qeyranan xistin rewşa amadebaşiyê ji bo alîkarîkirina lêqewimiyan û kêmkirina ziraran.