Li Xurmatûyê agir bi westgeheke sotemeniyê ket: Kesekî canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama agirekî mezin de ku îro li westgeheke sotemeniyê li sînorê navçeya Xurmatûyê derket, pasewanê westgehê canê xwe ji dest da û şofêrê tankerekê jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî zanyariyên jêderekî ewlehiyê yê li parêzgeha Selahedînê, bûyer sibeha îro Sêşemê (17ê Mijdara 2026an) li westgeheke sotemeniyê ya li devera "Serhe" ya li ser rêya "Amirlî"yê qewimiye û kesê birîndar bi giranî şewitiye.

Yekser piştî bûyerê, tîmên berevaniya şaristanî û hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê; kesê birîndar bo nexweşxaneyê hat veguhastin û termê qurbanî jî bo bijîşkiya dadwerî hat şandin.

Rêveberiya Berevaniya Şaristanî di daxuyaniyekê de piştrast kir, berbanga îro şeş tîmên agirkuj ên Selahedînê bi lez gihîştine cihê bûyerê û agirekî "mezin" li westgeha sotemeniyê ya taybet a "Serhe" li navçeya Xurmatûyê ya li rojhilatê parêzgehê kontrol kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, agir di depoyeke benzînê ya bi qebareya 55,000 lîtreyan de derketiye, lê tîman agir dorpêç kir û bi temamî vemirand, bêyî ku bigihîje cih û dikanên derdorê yan jî depo û cihên din ên hestyar ên nêzîkî westgehê.

Berevaniya Şaristanî tekez kir ku di bûyerê de pasewanê westgehê canê xwe ji dest daye û şofêrê tankerekê jî birîndar bûye.

Herwiha ji bo diyarkirina sedema derketina agir lêkolîna fermî hatiye destpêkirin û pisporê belgeyên tawanan bo cihê bûyerê hatiye vexwendin.