Cano Amedî: Em dest ji doza xwe bernadin
Diyarbekir (K24) – Her 14 endamên Meclîsa Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê ku hatibûn binçavkirin piştî wergirtina îfadeya wan serbest hatin berdan. Operasyona li dijî hevbendiyê hatî kirin rastî bertekên berfireh û tund hat ku nava binçavkiriyan de kesayetên piştî derbeya leşkerî ya 1980yê di girtîgeha Diyarbekir de rastî êşkenceyên tund hatibûn jî hebûn û wan kesan amaje kirin ku ew dest ji doza bidestxistina mafên neteweyî yên kurdan bernadin.
Di 7ê Mijdarê de partî û rêxistinên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê konferansek bo yekîtî û siyaseta neteweyî li darxistin, di encama wê konferansê de Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê hat avakirin û di vê çarçoveyê de jî meclîsek ji 51 kesan pêk tê hat damezirandin û encamnameyek hat ragihandin.
Li ser vê yekê encamnameya Hevbendiyê ji aliyê nijadperestan ve wek hedef hat nîşandan û li dijî endamên Meclîsa Hevbendiyê operasyonek binçavkirinê hat li darxistin û serokên partî û rêxistinan jî tê de 14 kes hatin binçavkirin.
Piştî 2 rojên binçav de jî îfadeya binçavkiriyan hat standin û her 14 kes jî serbest hatin berdan. Parêzerqan binçavkiriyan amaje kirin ku ji xwe îddayên derbarê binçavkiriyan de hatîn amadekirin ji bingehên rastiyê û hiquqê dûr bûn.
Parêzer Sitki Zîlan di vî warî de ragihand: “Li gorî yasayên Tirkiyeyê kurd dikarin bi awayeke azad siyasetê bikin, dikarin tifaqan bikin dikarin saziyan ava bikin ku Hevbendî jî yek ji wan e. Ev kes kesayetên tên nasîn in, xuya ne, sivîl in, bernameya xwe de behsa tundiyê nakin, bi nêrîna min dozgerî jî ew xeletî fam kir û serbest hatin berdan ku ji xwe binçavkirina wan nehiquqî bû.”
Di nava kesên hatîn binçavkirin de Cîgirê Serokê PWKê Cano Amedî yê di derbeya leşkerî ya 1980yê de hatibû darizandin û biryara bidarvekirinê bo wî hatibû dayîn jî hebû.
Cano Amedî dibêje di nava dewletê de beşek heye ku dema kurd tên cem hev û hewil didin yekîtiya zwe saz bikin ew alî ji vê yekê ditirsin û operasyona dijî Hevbendiyê jî girêdayî wê helwestê ye. Siyasetmedarê kurd dide zanîn dema binçav de bû wî îfadeya xwe bi kurdî daye û dê ti caran jî dest ji doza xwe bernede.
Endamê Meclîsa Hevbendiyê Cano Amedî jî ragihand: “46 sel berê dîsa ez hatibûm binçavkirin, ez ji zindana Amedê derbas bûm, sizayê îdamê li min hat birrîn, dîsa doza me doza kurd û kurdistanê bû, 20 salan zindanê de mam, dosyaya min 6 salan li parlemetoyê ma, piştî 46 salan dîsa avêtin ser mala min û ez hatim binçavkirin.”
Endamên Meclîsa Hevbendiyê didin zanîn ku di dema binçavbûnê de wan hest pê kir ku nava civaka kurd de bo wan piştgirî û xwedîlêderketinek xurt û berfireh hatiye nîşandan û ewê hewil bidin vî giyanê yekîtiyê biparêzin û li ser xeta neteweyî xebatên xwe bidomînin.