Li Efrînê Yekemîn Festîvala Zeytûnan tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca danasîna berhemên zeytûnan û piştgirîkirina cotkar û berhemhêneran, Yekemîn Festîvala Zeytûnan a Efrînê duh 18ê Mijdara 2026an, bi amadebûneke fermî û gelêrî hat lidarxistin.

Yekemîn Festîvala Zeytûnan a Efrînê duh 18ê Mijdar 2026an de, bi serpereştiya Parêzgeha Helebê, Rêveberiya Herêma Efrînê û Komelaya Kurên Zeytûnê hat sazkirin û du rojan berdewam dibe. Armanca festîvalê ew bû ku berhemên zeytûnan û jêderên wê bên nasandin û derfet li pêşiya berhemhêner û cotkaran bê vekirin da ku berhemên xwe pêşkêş bikin.

Di festîvalê de hejmarek stend û beşên cuda beşdar bûn ku tê de berhemên zeytûnan, hemû cureyên zeyta zeytûnan, sabûna xarê û dermanên çandiniyê hatin pêşandan. Herwiha li kêleka wan, alav û berhemên kelepûrî yên herêmê, berhemên çandî û pêşangeheke wênesaziyê jî di festîvalê de cih girtin.

 Efrîn û çandiniya zeytûnan bi hejmaran
Herêma Efrînê wekî yek ji navendên sereke yên çandiniya zeytûnan tê nasîn. Li gorî daneyên heyî, hejmara darên zeytûnan li herêmê di navbera 18 heta 20 milyon daran de tê texmînkirin ku ji wan nêzîkî 14 heta 15 milyon darên berhemdar in. Rûbera çandî ya zeytûnan nêzîkî ji sedî 65 heta 70 ji tevahiya zeviyên çandiniyê li Efrînê vedigire, ku ev yek jî zêdetirî 90 hezar hektaran dike.

Derbarê asta berhemdariyê de, berhema salane ya zeytûnan li gorî sala berhemdariyê di navbera 150 hezar heta 250 hezar tonan de diguhere. Herwiha berhema zeyta zeytûnan jî salane di navbera 40 hezar heta 55 hezar tonan de dibe, ku ev hejmar nêzîkî 2.5 heta 3.5 milyon tenekeyên 16 kîlogramî dike.

 Binesaziya pîşesaziya zeytûnan
Li gel çandiniyê, binesaziyeke berfireh a girêdayî zeytûnan li herêmê heye. Li Efrînê nêzîkî 250 heta 300 guvaşgehên zeytûnan ên kevin û nûjen hene.

Herwiha li herêmê kargehên sabûna xarê û bêrînê (bermayiyên zeytûnan) jî hene ku pişta xwe bi bermayiyên zeytûnan girê didin û bêrîn di demsala zivistanê de wekî çavkaniyeke germkirinê tê bikaranîn.