Hoşyar Sîweylî: Herêma Kurdistanê qebûl nake hêz bo ser sînoran were şandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigihîne, mijara şandina hêzan bo ser sînoran bi hemû awayî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê redkirin. Her wiha tekez dike ku ev qeyran dikare bibe derfetek ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û nakokiyên ligel Bexdayê.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hoşyar Sîweylî îro 29ê Mijdara 2026an di beşdariya bultena nûçeyan a saet 12:00an a Kurdistan24ê de ragihand, beşek ji vê qeyrana niha di navbera Hewlêr û Bexdayê de derketiye, pêwendiya wê bi dergehên sînorî û bi giştî bi sînorên ligel Tirkiye û Îranê re heye; loma eger bi awayekî nerasterast be jî, ew her du welat bi vê qeyrana niha ve pêwendîdar in.

Sîweylî got jî: "Ew şandeya ku diçe Bexdayê dê helwesta Herêma Kurdistanê ya li hemberî wê pirsgirêkê zelal bike û dê berevaniyê li cîbicîkirina destûrê bike, bi taybetî jî wan madeyên ku pêwendiya wan bi sînor û şêwazê rêkxistin û kontrolkirina dergehên sînorî ve heye."

Derbarê helwesta Tehranê de, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê amaje bi wê yekê kir ku aliyê Îranî wan bûyerên li Iraqê diqewimin û piştgiriya Trump a ji bo wan gavan, wekî beşek ji wê dorpêça bejayî û avî dibîne ku niha li ser welatê wan hatiye danîn. Her wiha zelal kir ku tiştê Hikûmeta Iraqê bi niyet bû li Curf Sexirê encam bide û nekir, sedema wê vedigere wê yekê ku bandora Îranê ya zêde li ser Hikûmeta Iraqê heye û di wê dosyayê de nermiyeke zêde nîşan da.

Derbarê civîna roja Sêşemê de, Hoşyar Sîweylî tekez kir ku rêkar hene ji bo tundkirina sînoran û ev kar dikare di rêya amûr û teknolojiya nû re were kirin, lê got: "Ez piştrast im ku yek ji wan mijarên ku roja Sêşemê dê behsa wan were kirin, pirsa şandina hêzan e bo ser sînoran, ku ev yek bi hemû awayî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê redkirin."

Sîweylî amaje bi reh û rîşeyên pirsgirêkan kir û ragihand, ev pirsgirêka niha ya Iraqê ji wîlayeta duyem a Nûrî Malikî ve derketiye holê; Hikûmeta Iraqê dixwaze navendê li ser hesabê Herêma Kurdistanê bihêz bike û federalîzmê lawaz bike. Her wiha di dema Malikî de kar gihişt livandina artêşê li dijî Herêmê û hikûmetên piştî wî jî destûr cîbicî nekiriye, ji bilî wan madeyên ku di berjewendiya wan de ne.

Hoşyar Sîweylî careke din tekez kir ku ev qeyran dikare li ser du astan ji bo Herêma Kurdistanê bibe derfetek; ya yekem vebûna deriyê diyalogê ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mîna civîna roja Şemiyê ya Silêmaniyê ye, û ya duyem jî ew e ku bibe destpêkek ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel hikûmeta federal.