Elî Husên: PDK û YNK dê li Bexdayê yekhelwest bin

Elî Husên
Elî Husên

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Mekteba Siyasî ya PDKê ragihand: “PDK û YNK li Bexdayê bi yek helwest û peyama hevpar berevaniyê ji mafên gelê Kurdistanê dikin; herwisa tekez jî kir ku civînên di navbera her du aliyan de dê di paşerojê de berdewam bin.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Husên îro Yekşem, 29ê Mijdara 2026ê, di dema tevlîbûna di bernameya Basî Rojê ya Kurdistan24ê de got: "Mekteba Siyasî ya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî civiya û mijarên sereke yên civînê jî nîqaşkirina civîna duhî ya di navbera PDK û YNKê de, rewşa niha ya Îraqê û civîna roja Sêşemê ligel her çar serokatiyên Îraqê bûn."

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê herwisa got: "Civîna duhî ya di navbera PDK û YNKê de di civîna îro de gelek bi erênî hat behskirin; tiştê cihê kêfxweşiyê bû PDK û YNK duhî hevhelwest bûn û li Bexdayê jî dê bi hev re amade bin. Bêguman li wê derê peyama wan tenê peyama PDK û YNKê nabe, belkî peyama wan dê peyama Kurdan be û dê bi hev re berevaniyê ji mafên gelê Kurdistanê bikin."

Eşkere jî kir ku di civîna îro de behsa wê yekê hat kirin ku civînên di navbera YNK û PDKê de dê di paşerojê de berdewam bin; tekez li ser wê yekê jî kir ku pirsên stratejîk her tim YNK û PDKê kom dikin, herwisa ew metirsiyên ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê dibin PDK û YNK bi hev re bi berpirsyarî serederiyê ligel dikin û her du alî jî di asta berpirsyariya qonaxê de ne.

Elî Husên zelal jî kir ku nêrîna her du aliyan li hember hevdu li ser komek pirs û mijarên girêdayî navxwe û Îraqê guheriye û PDK û YNK wekî erkekî neteweyî û niştimanî nêzîkî hev bûne.

Herwisa got: "Bêguman hin mijarên navxweyî ku dibe berê ji bo her du aliyan pirsgirêk bûbin, niha ti pirsgirêk nemane û pêngavên niha jî dibin pêngaveke erênî ji bo çareserkirina her pirsgirêkekê ku hebe." Amaje bi wê yekê jî da ku niha PDK û YNKê nêrîneke hevpar ji bo paşerojê heye û berpirsyariya qonaxê jî zêdetir wan nêzîkî hevdu dike.

Di pareka din a axaftinên xwe de, Elî Husên behsa wê yekê kir ku hemî aliyên wan hest bi hebûna pilangêriyê li hember Herêma Kurdistanê bi armanca lêdana li destkeftiyên Herêma Kurdistanê dikin; tekez jî kir ku ev destkeftî bi hêsanî bi dest ve nehatine, belkî bi xwîn û qurbanîdanê bi dest ve hatine, lewma parastina wê xwîn û qurbanîdanê jî berpirsyariya qonaxê ye li ser milê aliyên siyasî, bi taybetî PDK û YNKê.

Li ser çarçoveya peywendiyên ligel Bexdayê jî, endamê Mekteba Siyasî ya PDKê ragihand: "Em di çarçoveya destûra Îraqê de ligel hemî pêngavên çaksaziyê li ser asta Îraq û Kurdistanê ne; her têbîniyek jî hebe li gorî destûr, qanûn û wê lihevkirina me kiriye ti pirsgirêka me nîne, lê pêngavên vê dawiyê yên Bexdayê neyînî bûn û bi arasteya têgihiştin û lihevkirinê nînin, herwisa dûr in ji bingehên destûrê û wan her sê bingehên sereke ku me ligel Hikûmeta Îraqê li ser wan li hev kiriye."

Elî Husên piştrast jî kir ku PDK û YNK amade ne tevahiya wan erkên ku li gorî destûrê li ser milê Herêma Kurdistanê ne bi cih bînin.

Navbirî tekez jî kir: "Eger merema Bexdayê bicihanîna destûrê ye, bila kerem bike bê Madeya 140ê bi cih bîne; eger destûr wekî xwe bê bicihanîn, em dibînin karekî gelek baş e û di çarçoveya wî destûrî de jî mafên Herêma Kurdistanê tên parastin."