Erebên Kurdistanê: Mafên destûrî yên Kurdistanê ne xêr in, parastina wan erk e
Navenda Nûçeyan (K24) – Mîsal Cemal Elûsî û komeka Erebên xwecihên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de kempeyna medyayî û siyasî ya li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo serkirdetiya Kurdistanê di parastina destûr û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de nîşan da.
Siyasetmedarê Îraqî Mîsal Cemal Elûsî û komeka Erebên xwecihên Herêma Kurdistanê îro Yekşem, 29ê Mijdara 2026ê, di daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye ku Kurdistan pareka veqetandî ya Îraqê ye; ewlehiya wê ewlehiya Îraqê ye û rûmeta wê jî rûmeta Îraqê ye, herwisa bi tundî ew kempeyna têkdanê di medya û siyasetê de red kiriye ku Kurdistan û gelê Kurd dike armanc û bizavê ji bo vêxistina fitneya neteweyî û têkdana bingehên pêkvejiyanê û biratiya Ereb û Kurdan dide.
Amaje bi wê yekê jî daye ku armanckirina Kurdistanê tenê êrîş nîne li ser gelê Kurd, belkî êrîşeke rasterast e li ser ewlehiya niştimanî, yekrêzî, tenahî û aştiya navxweyî ya Îraqê, û bizavek e ji bo wê yekê ku hemî Îraqî; Ereb, Kurd, Tirkmen û tevahiya pêkhateyên din, baca şikestina siyasî, kiryarên wêranker ên serdestên gendeliya siyasî û aborî û terora komên çekdar ên serkêş û mîlîşyayên li derveyî çarçoveya dewlet û qanûnê bidin.
Di wê daxuyaniyê de tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku mafên destûrî yên Kurdistanê xêr û qenciyek nînin ku kesek pêşkêş kiribn, û rêzgirtin û parastina wan erkê niştimanî, exlaqî û destûrî yê li ser milê hemî Îraqiyan û saziyên dewleta federalî ye.
Behsa wê yekê jî kiriye ku şanaziyê bi peywendiya biratî, welatîbûn û çarenivîsa hevpar ligel welatîyên xwe yên Kurd dikin, û bikaranîna nasnameya Erebî wekî perdeyekê ji bo armanckirina Kurdistanê an tevlîbûna Ereban di hin nakokiyan de ku xizmeta gendelkaran û ajandayên gumanbar dike, red dikin.
Daxwaz ji hemî hêzên niştimanî yên Îraqê jî kiriye ku pabendî destûrê bin, bikevin nav diyalogê berpirsyarane, rûbirûyî gotara kîn û nefrete û paldana neteweyî bibin, kar ji bo avakirina dewleta saziyan û serweriya qanûnê bikin û zimanê gefxwarinê û lojîkê hêzê red bikin; îsrar jî kiriye ku berevanîkirina ji Kurdistanê û mafên wê yên destûrî berevanîkirin e ji Îraqeke federalî û demokratîk û paşeroja hemî Îraqiyan.