Herêm Kemal Axa: Yekrêziya Kurdan li Bexdayê dê bibandor be
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Lîjneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Îraqê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê ragihand ku lîjneya wan ji bo şopandina dosyeya qaçaxçîtiya petrolê di civînên xwe de berdewam e û bizavê dikin ku di nêzîktirîn dem de raporta xwe temam bikin û pêşkêş bikin, tekez jî kir ku tevlîbûna hevpar a PDK û YNKê di civîna diyaloga niştimanî de li Bexdayê dê dengê Kurdan bihêztir bike.
Serokê Lîjneya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Îraqê Herêm Kemal Axa îro Yekşem, 29ê Mijdara 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew lîjne îro civiya û ji wan re derketiye holê ku ew raport pêdivîtî bi zêdetir dewlemendkirinê heye, bi taybetî ji aliyê Wezareta Pîşesaziyê ve di wê raportê de kêm bûye, ji ber ku pareka mezin a mijarê bi rêya pêşxistina pîşesaziyê derbaz dibe û pişka wan kargehên ku petrola reş pê hatiye dan hîn yekalî nebûye. Zelal jî kir ku ew dixwazin di raportê de hejmara kargehan, hejmara ewên ku razîbûn pê hatiye dan û çawaniya qaçaxçîtiyê diyar bikin.
Bi gotina Herêm Kemal Axa, her du Wezaretên Samanên Siruştî û Wezareta Petrolê ya Federalî zêdetirî hezar bersivan ji bo lîjneyê şandine, ji bilî belgenameyên lîjneya dîtina rastiyan ku serdana wan cihan kiriye û herwisa raportên hewalgirî ku hemî li ber destê lîjneyê ne û kar dikin ji bo ku îro an sibe wê raportê temam bikin.
Di mijareke din de û li ser civîna diyaloga niştimanî ku biryar e li roja Sêşemê li Bexdayê li ser destpêşxeriya Fayeq Zêdan bê kirin piştî civîna duhî ya PDK û YNKê bi amadebûna Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Bafil Talebanî û Qubad Talebanî û biryara tevlîbûna bi yek şanda hevpar, Serokê Lîjneya Petrol û Gazê ragihand ku wekî fraksiyona YNKê destxweşî li destpêşxeriya Fayeq Zêdan kiriye û pêşbînî dike ku bi hatina şanda hevpar bigihîjin lihevkirinê.
Amaje bi wê yekê jî kir ku tevahiya aliyên siyasî yên Îraq û Kurdistanê tekezê li ser wê yekê dikin ku divê destûr bibe nexşerê û pîvan ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Herwisa got ku Îraq qonax bi qonax di gelek astengan re derbaz bûye û niha jî di qonaxeke nû de ye, lewma divê tîma Kurdistanê rastiya îro baş bixwîne û pêngavan biavêje ber bi nîqaş û hevfêmkirinê, bêyî ku madeyên destûrî bi awayekî întîqaî bên bicihanîn, belkî divê hemî ew madeyên destûrî bên bicihanîn ku alî li ser hevfikir in.
Serokê Lîjneya Petrol û Gazê ew yek jî berçav kir ku pêleke cemawerî li seranserî Îraqê ji Kurdistanê heta Besrayê di rojevê de ye, ji bo piştgirîkirina şefafiyetê, nehîştina gendeliyê û qaçaxçîtiya petrolê û bicîhanîna dadperweriya civakî. Li dawiyê jî piştrast kir ku yekdengî û pêkvebûna PDK û YNKê bê guman dê bandorê li ser bihêzbûna dengê Kurd li Bexdayê bike.