Ercan Dag
Reporter
"Amerîka hêza Kurdan dîtiye loma alîkariyê dike"
Pisporên ku geşedanên li Rojhilata Navîn ji nêzîk ve dişopînin, dibêjin desttêwerdana ji derveyî welêt rewşa Sûriyê xirabtir dike.
K24 - Stenbol
Şerê navxweyî yê li Sûriyê, ji sala 2011'an vir de hê jî berdewam e. Ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê, gelek welatên biyanî civiyan lê belê hê jî negihîştine encamekê. Pisporên ku geşedanên li Rojhilata Navîn ji nêzîk ve dişopînin, dibêjin desttêwerdana ji derveyî welêt rewşa Sûriyê xirabtir dike.
Nivîskar û rojnamevan Fehim Taştekînê ku li ser Sûriyê lêkolînên berfireh dike got: Piştî operasyonên Rusyayê yên li Sûriyê, armanc û planên gelek welatan jî guherîn: "Rûsya li Suriyê 2 polîtikayên cuda dimeşîne; li aliyekî li dijî komên çekdar têdikoşe û desthilatdariya rejîmê diparêze, li aliyê din jî bi rêya giftûgoyê hewl dide ku pêvajoya dîplomasiyê zûtir encam bide."
Taştekîn diyar kir tu hêviya wî ji hevdîtinên Viyanayê yên ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê tê kirin tune: "Amerîka, ji bo ku Rûsya li Sûriyê bi ser nekeve, piştgiriyê dide hêzên Kurdan û bi vî awayî li dijî DAIŞ'ê şer dike. Amerîka ji niha ve dîtiye ku li Rojavayê Kurdistanê, Kurd dê bibin aktorekî girîng loma xwe nêzîkî Kurdan dike û naxwaze hêzên Kurdan bi rejîma Sûriyê re hevkariyê bikin. Rûsya jî daxwaz dike ku Kurd bi rejîma Suriyê re îttîfaqê bikin. Amerîka û Tirkiye piştgiriyê didin hêzên çekdar ên ku li dijî rejîma Suriyê şer dikin lê belê Amerîka di vir de bi Kurdan re dixebite, Tirkiye jî hewl dide ku hêzên Kurdan bi ser nekevin. Kurdên Rojava çend caran anîn ziman ku bi Tirkiyê re di nav aştiyane de têkiliyên xwe bidomînin lê Tirkiye nêzikî vê yekê nebû. Hêzên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê weke stratejîk tevdigerin û bi her du welatên Rûsya û Amerîkayê re di nav têkiliyê de ne. Daxwaza Kurdan ew e ku li Rojava xweseriya demokratîk ferz bikin."
Ji destpêka şerê li Sûriyê heta niha bi deh hezaran sivîl mirin û bi milyonan kes bûn koçber. Her ku diçe rewşa Suriyê xerabtir bû û şer bênavber dewam kir. Ji ber şerê navxweyî kesên Sunnî û Şiî hatin hemberî hev û pev çûn.
Piştî demekê, krîza li Sûriyê bû meseleyeke navneteweyî û hinek welatên biyanî yekser mudaxeleya Sûriyê kirin, hinek welatan jî piştgirî dan komên çekdar ên ku li dijî rejîma Esed şer dikin.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Hewaz Egîd ragehand ku berjewendiyên welatên biyanî bûye sedema aloziya li Sûriyê: "Rûsya, ji bo berjewendiya xwe, ji destpêka şoreşa Sûriyê û vir de bi hemû hêza xwe alikariya rejîma Esed kiriye, çend welatên li Rojhilata Navîn jî midaxeleya Sûriyê dikin. Lê dema şoreşa Sûriyê, miletê Sûriyê biryara xwe daye û milet dixwaze hikûmeta demkî bê avakirin û ev rejîm nemîne. Kesên ji Îran, Lubnan û Iraqê hatine Sûriyê şer dikin nahêlin ku milet çareseriyeke siyasî pêk bînin."
Yekîtiya Ereban û Neteweyên Yekbûyî, ji bo çareserikirina krîza li Sûriyê her çiqas civiyan û xîret dabin jî çareyeke mayînde hê nehatiye dîtin, rejîma Esed bi piştgiriya Rûsya, Çîn, Îran, Iraq berxwedana xwe didomîne.