Elewiyên Tirkiyê di bin gefa DAIŞê de ne

Ewlekariya Miduriyeta Enqereyê, li federasyona komeleya Elewiyan geriya û got: "Tedbîrên xwe bistînin dibe ku DAIŞ êrîşî Elewiyan bike."

Elewiyên Tirkiyê di bin gefa DAIŞê de ne
Elewiyên Tirkiyê di bin gefa DAIŞê de ne

K24 – Stenbol

Ewlekariya Miduriyeta Enqereyê, li federasyona komeleya Elewiyan geriya û got: "Tedbîrên xwe bistînin dibe ku DAIŞ êrîşî Elewiyan bike." Li ser vê hişyariyê rayedarên Elewiyan dibêjin: "Armanca wan ew e ku welatiyên Elewî werin kuştin."

Peywirdarên Ewlekariya Enqereyê beriya demeke kurt bang li endamên Komeleyên Çanda Elewî û Federasyona Bektaşî Elewî kiribûn û hişyariyeke wiha dabûn: "Dibe ku DAIŞ êrîşî we bike, em tedbîrên pêwîst werdigirin hûn jî xwe biparêzin."

Serokê Federasyona Bektaşî Elewiyan Bakî Duzgun derbarê mijarê de got: "Miduriyeta ewlekariyê di serî de li min geriyabû ji ber ku ez li derveyî bajarê bûm çend hevalên me çûn û ji wan re gotin agahiyeke gihîştiye destê me ku DAIŞ gef li we dixwe baldar bin."

Duzgun wiha axifî: "Ew kesên gefan li me dixwin, dixwazin Elewiyan bitirsînin û armanca wan ew e ku kesên Elewî dernekevin derve, neçin mitîngan û birêxistin nebin. Lê belê dê bi ser nekevin. Ji ber Elewiyan hezar û 400 sed sal e li himber zilm û komkujiyan li ber xwe daye."

Parlamenterê berê yê HDPê û Serokê Komeleya Çanda Elewiyan a Hubyar Sultan Ali Kenanoglu bi bîr xist ku DAIŞ li vî welatî çi dike çawa dike dewlet dizane: "Dewsa ku Elewiyan hişyar dikin bila pêşî wezîfedarên ewlekarî û saziyên fermî werin hişyarkirin.Dema ez parlamenter bûm li gel şandeyekê em çûbûn Semsûrê û li wêderê hemû kes dizane endamên DAIŞ'ê rehettir karê xwe dikin lê hikûmet li hember wan tiştekî nake loma îro gef li Elewiyan dixwin."

Rayedarên saziyên Elewiyan ku komkujiyên li Dêrsim, Çorum, Sêwaz û Maraşê yên li dijî Elewiyan hatine kirin dîtine, dibêjin ku tevî her tiştî li dijî gef û êrîşan wê li ber xwe bidin.