Ercan Dag
Reporter
Polîsên Tirk bi gazê êrîşî welatiyan kirin
Li Stenbolê gelek siyasetmedar, parêzer û welatiyan xwestin ku kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî şermezar bikin, lê belê polisên Tirk rê nedan.
K24 – Stenbol
Li Stenbolê gelek siyasetmedar, parêzer û welatiyan xwestin ku kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar bikin. Lê belê polisên Tirk bi gazê êrîşî komê kirin û gelek kes ji gazê aciz bûn.
Bi banga Kongreya Demokratîk a Gelan, doh nêzîka hezar kesî li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê hatin cem hev da ku kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî protesto bikin.
Dema girseyê dest bi meşê kir ji nişka ve ji wesayîta polîsan bi ser gel de gaza rondikrêj hat reşandin. Piştî mudaxelekirina polîsan her der tev li hev bû. Welatiyekî astengdar ji bo ku gaz lê neyê reşandin destê xwe bilind kir lê polîs dîsan gaz reşand.
Parlamenterên HDPyî Ertugrul Kurkçu, Pervîn Buldan û Huda Kaya beriya daxuyaniya çapemeniyê bi rayedarên hêzên ewlekariyê re civiyan û piştre li ser navê komê Ertugrul Kurkçu derbarê kuştina Elçî de got: "Tahir Elçî bi zanetî hatiye kuştin. Elçî dixwest ku şer bi guftûgoyê bê çareserkirin û banga aştiyê kiribû. Hinek kes ew kirin hedefa xwe û ew kuştin. Em naletê li kujeran dikin."
Piştî daxuyaniya siyasetmedaran, welatiyan li qadê demekê bi dirûşmeyan nerazîbûna xwe nîşan dan. Ji ber gaza îsotê gelek welatî û rojnameger aciz bûn.