Ercan Dag
Reporter
YE-yê ji bo çareserkirina pirsa Kurd bang li Tirkiyê kir
Yekitiya Ewropayê, derheqê pêşketina Tirkiyê de rapora xwe diyar kir. Li gor raporê, Tirkiyê di warê reforman de bipêş neketiye.
K24 - Stenbol
Yekitiya Ewropayê, derheqê pêşketina Tirkiyê de rapora xwe diyar kir. Li gor raporê, Tirkiyê di warê reforman de bipêş neketiye. Serkirdeyê Berpirsiyarê Pêşketinê yê Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahnê ku rapor xwend qala pirsa Kurd jî kir û ji bo çareseriyê banga guftûgoyê kir.
Di rapora pêşketinê de ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve tê amedekirin, qala babetên pirsa Kurd, azadiya çapemeniyê, mafên mirov ên li Tirkiyê hatin kirin.
Komîserê Berpirsiyarê Pêşketinê yê Yekîtiya Ewropayê Johannes Hahnê ku rapora derbarê pêşketina Tirkiyê de hatiye amadekirin xwend, da zanîn ku Tirkiye ji bo reforman paş ve maye û hewlên bo mafên mirov û azadiyan tên kirin têr nakin.
Hahn di Komîteya Tekiliyên Derve ya Parlamentoya Ewropayê de derbarê raporê de got: "Komîsyon dixwaze li Tirkiyê, şer û pevçûn bi dawî bibe û hevdîtinên ji bo çareserkirina pirsa Kurd ji nû ve bên destpêkirin.”
Di raporê de qala serxwebûna darazê û azadiya çapemeniyê jî hat kirin. Li gor raporê, serxwebûna darazê ji sala 2014'an vir de tê nîqaşkirin, dozger û dadger di bin zordariya siyasiyê de ne. Bi biryara dadgehan yan jî bêyî biryara dadgehan hinek malper têne girtin, rojnamevanên rexnegir bi zagonên cazayî re rû bi rû dimînin. Di warê azadiya çapemeniyê de hinek kêmasî hene.
Hat bi bîr xistin ku Tirkiye ji bo penaberan piştgirî û hewleke mezin nîşan daye û alikariyek mezin bo penaberan kiriye. Herwiha hat destnîşankirin ku di têkiliyên enerjî, bazirganî, aboriyê de jî hevkariyên Ewropayê û Tirkiyê wê bidome.