Mustafa Bayar
Reporetr
Nerazîbûnên li dijî şerê Farqînê berdewam in
Li Farqîna Bakurê Kurdistanê şerê di navbera endamên YDG-Hê û polîsên Tirk de berdewam e. Li Enqerê jî bo rawestandina şer xwepêşandanek hat kirin û nerazîbûn hat nîşandan.
K24 – Enqere
Li Farqîna Bakurê Kurdistanê şerê di navbera Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (YDG-H) û Hêzên Asayişa Tirk de berdewam e. Li Enqerê jî bo rawestandina şer xwepêşandanek hat kirin. Xwepêşanderan li dijî hikûmetê nerazîbûna xwe nîşan da.
Ji 23ê Tirmehê û heta niha li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê şerên giran diqewim in û li hinek navçeyan derketina derve tê qedexekirin. Farqîna Diyarbekirê jî yek ji wan bajaran e ku ev çend meh in şer lê berdewam e.
Rêxistina HDPê ya Enqerê û bi beşdarbûna gelek rêxistinên çep ên Tirk li dijî şerê li Farqînê nerazîbûna xwe nîşan da û daxwaza rawestandina şer kirin. Di vê derbarê de Parlamenterê Berê yê HDPê İbrahîm Bînîcî got: “Heger hûn wiha berdewam bikin. Bi rastî em nikarim bi hev re bijîn. En dîsa dibêjin, ji bo însanetiyê, ên ku dibêjin em mirov in, qet ferq nake kîjan partiya siyasî dibe bila bibe, bila destê xwe yê alîkariyê bidin Farqînê.“
Sekreterê Giştî yê Malên Gel Samut Karabulut jî got ku li Tirkiyeyê tu yase ne li ser kare û Farqîn bi qetliyameke mezin re rûbirû ye: “Êdî li Tirkiyeyê rejimeke nû heye ku mîna wê li tu derê cihanî tune ye, Serokkomar û Hikûmet bi yaseyên herî giran bi ser gel ve diçe. Lê belê ew li gorî tu yaseyan tevnager in. Em bangî wan dikin ku demildest dest ji polîtîkayên xwe yên qirkirinê berdin.”
Ev 11 roj in li bajêr derketina derve qedexe ye û tê ragihandin ku li hinek taxan telefon, elektrîk û av nîn e. Herwiha Figen Yüksekdağ, İdris Baluken, Altan Tan û İman Taçıer jî di nav de şandeyeke ji parlamenterên HDPê pêk tê bo lêkolînkirinê li Farqînê ye. Lê belê ji ber şer û pevçûn bi dijwarî berdewam e, şandeya HDPê nikare têkeve wan taxên qedexekirî.