"Li Tirkiyê heyameke nû û girîng dest pê dike"

Li gor rojnamevanan di heyama nû de gelek arîşeyên navxweyî hene û çareserkirina arîşeyan jî di destê hikûmetê de ye.

"Li Tirkiyê heyameke nû û girîng dest pê dike"
"Li Tirkiyê heyameke nû û girîng dest pê dike"

K24 – Enqere

Li Tirkiyê hikûmeta nû bi diyarkirina 26 wezîran hat damezrandin. Di nav wezîran de kesên cara yekem wezirtî bikin jî hene. Li gor rojnamevanan di heyama nû de gelek arîşeyên navxweyî hene û çareserkirina arîşeyan jî di destê hikûmetê de ye.

Ji bo avakirina hikûmeta Tirkiyê, Serokwezîr Ahmet Davutoglu navên wezîran pêşkeşî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan kir. Piştî erêkirina Erdogan di hikûmeta nû de 5 alîkarên serokwezîr û 21 wezîr bi tevahî 26 kes hatin peywîrdarkirin.

Rojnamevan Fehim Işık diyar kir ku ji ber gengeşiyên li ser diyarkirina wezîran damezrandina hikûmetê dereng çêbû. Işik da zanîn ku 317 parlamenterên AKP hene û hikûmet bi awayekê rehettir dikare Tirkiyê bi rê ve bibe û got: "Bi rastî pirsgirêkên Tirkiyê gelek giran in. Ev heyama nû li gor 3 heyamên çûyî wê hîn zehmettir bibe. Çimkî di vê heyamê de hem pirsgirêkên navxweyî gelek in hem jî li Rojhilata navîn gelek arîşe hene."

Davutoglu li meclîsê bernameya hikûmetê ya 4 salî xwend. Di bernameyê de derbarê aborî, civakî û siyasî de gelek xebat hene. Ji bo proseya aştî jî vîna proseyê hat gotin.

Nivîskar û akademîsyen Îdrîs Kardaş got; li ber hikûmetê du mijarên girîng hene yek amadekirina destûrekê nû û yek jî pergala serokatiyê ye. Kardaş diyar kir ku ligel pergala serokatiyê pirsa Kurd dê zûtir were çareserkirin û di paşerojê de proseya aştiyê jî dê careke din dest pê bike: "Wexta ku pergala serokatî bê sîstema nû dê dest pê bike. Hingê dê Tirkiye nêzîkî federalî bibe lê ne federalîzma ku em fehm dikin tiştekî nû dê were avakirin. Li gor vê şaredar hîn xurttir bibe û rêvebirina herêman dê asantir bibe."

Li gor bernameya hikûmetê di heyama pêş de proseya aştiyê wê bidom e û muxatab jî yekser gel be û ji bo demokratîkbûna welat xebat dê werin kirin.