Mustafa Bayar
Reporetr
"Rûsya dê careke din sînorê Tirkiyê bibezîne"
Piştî xistina firokeya Rûsya, qeyrana di navbeta Tirkiyê û Rûsyayê de her ku diçe kûrtir dibe.
K24 – Enqere
Piştî xistina firokeya Rûsya, qeyrana di navbeta Tirkiyê û Rûsyayê de her ku diçe kûrtir dibe. Pisporên leşkerî û siyasî, dibêjin Rûsyayê dest bi hemû rêgiriyên aborî kiriye û wê careke din sînorê Tirkiyê bibezîne.
Li Tirkiyeyê dengvedana xistina firokeya Rûsya berdewam e. Piştî firokeya Rûsya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hate xistin, têkiliyên di navbera her du dewletan de ber bi qûtbûnê ve diçin.
Aliyê Tirk hewl dide ku rê li ber rewşa aloz bigire lê belê Rûsya rêgirî û ambargoyên xwe yên aborî zêdetir dike.
Yek ji girîngtirîn stratejîstê pispor yê şer ê Tirkiyê Ercan Çitlioglu diyar kir ku di rojên pêş de, Rûsya wê li dijî Tirkiyê dest bi pêngavên nû bike û bi vê yekê têkiliyên di navbera her du dewletan de wê bibin cihê metirsiyê.
Çitlioglu got: “Bi baweriya min, Rûsya bo ku reaksiyona Tirkiyê fam bike, wê careke din sînorê Tirkiyê bibezîne. Lê belê vê carê wê Tirkiye tiştekî neke û bêdeng bimîne.”
Akademisyenên di mijara Rojhilata Navîn de derdikevin pêş, dibêjin gelek dewletên wekî Rûsya hewl didin ku Tirkiyê wek sedama qeyrana Rojhilata Navîn nîşan bidin.
Akademîsyen û Pisporê Rojhilata Navîn Hayati Unlu jî derbarê mijarê de nerînên xwe wiha anîn ziman: “Firoke bi zanebûn hat xistin an ez nizanim. Lê belê gelek caran hewl hat dayîn ku Tirkiyê têxin nav qeyranê. Ev ji aliyê Îranê ve jî hat ceribandin, ji aliyê Esed jî. Niha jî Rûsya bo vê yekê hewl dide. Lê belê divê ku firoke bi zanebûn hatibe xistin.”
Pispor dibêjin, bi xwe naxwazin rola Tirkiyê di Rojhilata Navîn de bimîne û ev rewş jî dewletên rojavayî kêfxweş dike. Û ev qeyrana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de kûr dibe, wê zirareke giran bigihîne her du dewletan.