HDPê azadkirina Şingalê pîroz kir

Bilgen li ser hevkariya hêzên Kurdan rawestiya û got azadiya Şingala pîroz li ser hemû gelên Rojlihata Navîn ferz e.

HDPê azadkirina Şingalê pîroz kir
HDPê azadkirina Şingalê pîroz kir

K24 – Enqere

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen derbarê rizgarkirina Şingalê peyamên girîng dan. Bilgen li ser hevkariya hêzên Kurdan rawestiya û got azadiya Şingala pîroz li ser hemû gelên  Rojlihata Navîn ferz e.

Bîlgen da zanîn ku ew girîngiyê didin aştiya Rojhilata Navîn û got: "Em li Rojhilata Navîn li dijî hemû dagirkeriyan e. Em wê siyaseta li Rojhilata Navîn agirê şerê navxweyî û pevçûnan gûr dike şermezar dikin. Ew kesên heta roja îro li Sûriyeyê, li Iraqê, li bazaran tên firotin, zarokên tên kuştin, sivîlên ji cih û warên xwe bûne, ji ber çavgirtina ji wan polîtîkayan e. Ji ber siyasetmedaran û rayedarên dewletan e."

Bîlgen diyar kir ku vêna çend sal girtibe jî, îro derbas bûye, bi têkoşîn û hevkariya hêzên çekdar ên Kurdan ên li herêmê, derbas bû û evna gelekî girîng e:  "Yanî em dixwazin li derveyî wan niqaşan bimîne ku operasyon bi beşdariya kê pêk hatiye. Li gorî me azadiya Şingalê ne bi tenê li ser Kurdan ferz e, her wiha divê li ser hemû baweriyên cuda, ji ber deverên pîroz li ser hemû gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li ser wan kesên xwe bi nasnameya Îslamê didin nasîn, ferz e.

Bi taybetî gelên li herêmê dijîn, ji ber baweriyên xwe hatibûn biçûkkirin. Rastî heqaretan hatibûn. Ji ber wê çendê, jinûve standina Şingalê, em hêvî dikin ku hem li Iraqê aştiyê pêk bîne, hem jî bo jiyaneke bi hevre û hevkariya hêzan bibe bingeh. Em hevî dikin ku hovîtiya li Sûriyeyê bi dawî bike."