Ercan Dag
Reporter
Semîra Qasim: Azadkirina Şingalê, azadkirina hemû Kurdistanê ye
Berpirsa Meclîsa Êzdiyan a Tirkiyê Semîra Qasim got: "Azadkirina Şingalê rizgarkirina her çar parçeyên Kurdistanê ye. Şingal, Efrîn, Mehebad û Dihok hemû yek in."
K24 - Stenbol
Rizgarkirina Şingalê di nav gelê Kurdistanê de dengekî mezin veda. Berpirsa Meclîsa Êzdiyan a Tirkiyê Semîra Qasim got: "Azadkirina Şingalê rizgarkirina her çar parçeyên Kurdistanê ye. Şingal, Efrîn, Mehebad û Dihok hemû yek in."
Par havînê dema DAIŞê bi ser Şingalê de girt, bi sed hezaran Êzdî welatê xwe bicîh hiştin û li welatên biyanî belav bûn. Li ser vê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî soza azadkirina Şingalê dabû û Hêzên Pêşmerge bi navê operasyona azadkirina Şingalê li dijî DAIŞ'ê şer kirin û di encam de Kurd bi ser ketin û Şingal hat azadkirin.
Berpirsa Meclîsa Êzdiyan a Tirkiyê Semîra Qasim qala girîngiya azadkirina Şingalê kir û ji bo vê serkeftinê spasiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir: "Azadkirina Şingalê azadkirina çar parçeyên Kurdistanê ye. Şingal erda Kurdistanê ye, Şingal, Dihok, Mahbad û Efrîn hemû yek in. Ji bo azadkirina Şingalê em spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin. Li hemû Kurdan pîroz be."
Hinek deverên Şingalê beriya mehekê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatibûn kontrolkirin lê di vê operasyona dawî de hemû herêmên parêzgehê bi temamî ketin destê Pêşmergeyan. Vêna jî dilê Kurdan geş kir.
Salih Derwêşê ku xelkê Qamişloyê ye banga yekitiyê dike û dibêje: "Divê em hemû xwedî li herêma xwe derkevin, divê em gelê xwe ji wan çekdarên xirab û gemarî biparêzin. Spas bo Pêşmergeyan ku Şingal rizgar kirin."
Cevdet Reşîdê Efrînî jî diyar dike ku li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê, azadkirina Şingalê azadkirineke gelekî bi rûmet e û bo Pêşmergeyên Kurdistanê jî serkeftineke girîng e.
Tê çaverêkirin Kurdên Êzdî ku ji welatê xwe dûr ketine, piştî gotina hewlên avakirina Şingalê ya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vegerin Şingalê.