Mustafa Bayar
Reporetr
Li Enqereyê Seyîd Riza hat bibîranîn
Li pêşiya Parlamentoya Tirkiyeyê Pîrê Dêrsîmê Seyîd Rıza û hevalên wî di 78emîn Salvegera darvekirina xwe de, hatin bîranîn.
K24 - Enqere
Ji aliyê Nûnerên Saziyên Civakî yên Elewiyan ve, li pêşiya Parlamentoya Tirkiyeyê Pîrê Dêrsîmê Seyîd Rıza û hevalên wî di 78emîn Salvegera darvekirina xwe de, hatin bîranîn. Di bîranînê de, hat xwestin ku dawî li qetliyamên li dijî mexdûran, were.
Di daxuyaniyê de, hat bi bîrxistin ku di 15 û 16 Mijdara sala 1937an de, Pîrê Dersimê Seyîd Rizo û 6 hevalên wî ji aliyê dewletê ve bi awayekî ne yasayî û bi fen û fûtan hatin qetilkirin û piştî wê Dêrsim bi awayekî sistematik rastî jenosîdê hatiye.
Piştî şermezarkirina komkujiya Dêrsimê, li dijî şerê îro li Bakurê Kurdistanê tê meşandin jî nerazîbûn hate nişandan.
Di daxuyaniyê de, hat xwestin ku dawî li bûyer û qetliyamên li Farqîn, Licê, Nisêbîn û bajarên din ên Kurdistanê were û wiha gotin; “Ji Kerbelayê, ji Dêrsimê heta roja îro hişmendiya qirkirinê berdewam e. Konsepta şer a ku piştî 7ê Hezîranê li silopî, Cizîrê û Nisêbinê destpê kir îro li Farqînê derketiye asta herî bilind. Em li vê derê bang dikin ku bila dewlet yekser dest ji polîtîkayên xwe yên zilmkarî û komkujiyê berde.”