Ercan Dag
Reporter
Li Stenbolê operasyona DAIŞê: 8 kes hatin girtin
Hêzên ewlekariyê yên Tirk, li balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê 8 kesên ku ji Fasê hatibûn bi tawanê endamên DAIŞê desteser kirin.
K24 – Stenbol
Hêzên ewlekariyê yên Tirk, li balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê 8 kesên ku ji Fasê hatibûn bi tawanê endamên DAIŞê desteser kirin. Li ser gumanbarekî nexşeya gelek welatan derket.
Li gor agahiyên rayedarên ewlekariya Tirkiyê, doh li balafirgeha Ataturkê dema nasnameya rêwiyan ji aliyê polîsan ve dihat kontrolkirin, 8 kesên ku ji bajarê Kazablankayê yê Fasê hatibûn Stenbolê, bi tohmetbarkirina endamên rêxistina DAIŞê hatin destesekirin.
Nasıl Y, Soufiane H, Aissa M, Salahaddin A, Said S, Mouhssıne El A, Mustapha M. û Ayoub S. di îfadeya xwe ya ewil de ji polîsan re gotine: Ji bo ger û geştê hatine Stenbolê, li otelekê rezervasyon kirine. Lê belê piştî lêpirsîna polîsan derket holê ku rezervasyona wan kesan tuneye, li ser vê 8 kesên gumanbar birin rêveberiya ewlekariyê ya Stenbolê.
Di nav gumanbaran de ji berîka Nasil Y. kaxizek derketiye û li ser kaxizê jî rêwîtiyeke ku ji Stenbolê dest pê dike li ser welatên Îzmîr, Yewnenîstan, Sirbîstan û Macarîstanê digihîje Almanyayê hatiye xêzkirin.
Hat îdia kirin ku 8 kesên gumanbar weke penaber xwe nîşanî hêzên ewlekariyê dane û xwestine bi rê û rêbazên derqanûnî biçin Almanyayê. Hêzên ewlekariyê, piştî dîtina vê nexşeyê lêkolîn û tedbîrên xwe zêdetir kirin.