Erdogan: Rejîma Esed bûye sedema bûyerên terorê

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser pirsgirêkên penaberan û got: "Rejîma Esed ku 380 hezar kesan kuştiye bûye sedema bûyerên terorî."

Erdogan: Rejîma Esed bûye sedema bûyerên terorê
Erdogan: Rejîma Esed bûye sedema bûyerên terorê

K24 - Stenbol

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Stenbolê beşdarî lûtkeya Aborî û Enerjiyê ya Konseya Atlantîkê bû. Erdogan bal kişand ser pirsgirêkên penaberan û got: "Rejîma Esed ku 380 hezar kesan kuştiye bûye sedema bûyerên terorî."

7emîn navsera Aborî û Enerjiyê ya Konseya Atlantîk, li bajarê Stenbolê dest pê kir. Ji nav welêt û ji derveyî welêt zêdeyî 400 siyasetmedar û ekonomîst beşdarî civînê bûn û qala têkiliyên welatan yên aborî û siyasî kirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganê ku tevlî merasîmê bû, li ser mijarên koçberî, teror û çavkaniyên xwezayî got: "Ji ber şerên navxweyî pirsgirêkên kurewî rû didin, divê em ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bixebitin. Ji ber zêdebûna pirsgirêkên ewlekariyê, welatekî pêşketî jî nikare tiştekî bike."

Meseleya penaberan jî di civînê de hat axaftin. Erdogan derbarê vê mijarê de rexne li rejîma Esed û welatên Ewropayê girtin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Nêzîka 5 sal e ku ji welatên Iraq û Sûriyê 2,5 milyon penaber hatine vî welatî û Tirkiye bi tena serê xwe hemû pêdiviyên penaberan peyde kir. Ji bo 280 hezar penaberên ku li konbajaran dijîn, 8,5 milyar dolar hatiye xerckirin. Ji bilî vê, bi tenê li bajarê Stenbolê, 500 hezar penaber dijîn. Rejîma Esedê ku bi çekên kîmyewî 380 hezar kesan qetil kirine, bûye sedema trajediyên mirovahî û bûyerên  terorî. Welatên Ewropayê jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan tu hewldan nekirin."

Erdogan diyar kir ku Esed piştgiriyê dide DAIŞê û niha Esed ji DAIŞê neftê distînê û difiroşe û axaftina xwe wiha qedand: "Rejîma Esed û rêxistinên terorî yên li herêmê, di nav têkiliyê de ne. Rêxistinên terorî wek DAIŞ, El Qaîde û Boko Haram Misilmanan qetil dikin û zirarê didin Misilmanan."