Mustafa Bayar
Reporetr
Hiqûqnas bûyerên bajarên Kurdan dibin dadgeha navdewletî
Şer û pevçûnên li bajarên Bakurê Kurdistanê diqewimin demeke dirêj e berdewam dikin û her diçe şer germtir dibe.
K24 – Enqere
Şer û pevçûnên li bajarên Bakurê Kurdistanê diqewimin demeke dirêj e berdewam dikin û her diçe şer germtir dibe. Parêzvanên mafê mirovan û hiqûqnas dewletê tawanbar dikin ku hêzên ewlekariyê sivîlan dikujin û herwiha daxwazê ji Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz jî dikin ku dest ji çalakiyên xwe berdin.
Farqîn, Cizîr, Nisêbîn, Gever û çend navçeyên din ên Bakurê kurdistanê, di rewşeke awarte de ne. Şer û pevçûnên di navbera endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz û Hêzên Asayişa Tirk de her diçe xurttir dibin û li wan deveran jiyan sekiniye.
Komeleya piştgirî ji bo mafên mazlûman li ser rewşê raporek amade kir. Serokê komeleyê yê Enqerê Abdurrahman Unlu herçiqas dewletê sûcdar bike jî helwesta KCKê jî rexne dike û dibeje taktîkeke xelet tê şopandin: “Ya rast divê qedexeya derketina kolanan di dewleteke demokratik de tune bûya. Ew nivîsên li ser diwara yên nijadperest gelek xeter in. Lê li aliyekî jî helwesta YDG-Hê heye. Xendek kolandin û şer û pevçûnên di nav sivîlan de ne rast e. Divê PKK politikayên xwe binirxîne. Gelê Kurd ê mazlum divê di zutîrîn dem de bigihe jiyaneke azad.”
Endama Lijneya Rêvebir a Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Parêzer Pınar Aydemir jî got ku polîtîkayên dewlet li Kurdistanê dişopîne êdî ne bi tenê mafên mirovan binpê dike herwiha dibe sedema sûcê şer û ew dê li dezgehên navneteweyî giliyê vê yekê bikin.
Pinar Aydemir got: “Helbet ev tişt nayên qebûlkirin. Em binpêkirina mafên mirovan a li wan bajaran êdî wekî sûcê şer dibînin. Em ê bi raporên xwe ku yek ji wan me li Cizîrê amade kiribû, serî li Dadgeha Navneteweyî ya Cezayê bidin. Niha em derbarê bûyerên li Farqînê de jî raporekê amade dikin. Ew jî amade bibe em dê serî li dezgehên navneteweyî bidin. “
Li bajarên Bakurê Kurdistanê rewş her ku diçe dijwartir dibe. Her roj welatiyên sivîl tên qetilkirin. Herî dawî dayika 5 zarokan Selamet Yeşilmen û 2 zarokên xwe li pêşiya mala xwe rastî gulebarana polîsan hatin ku di encam de Yeşilmen jiyana xwe ji dest da û her du zarokên wê jî birîndar bûn.