Ercan Dag
Reporter
Anli: Divê hemû Kurd ji bo proseya aştiyê hewl bidin
Hevşaredarê bajarê Diyarbekirê Firat Anli, li Stenbolê di panela xweseriya demokratîk de qala proseya aştî û pirsa Kurd kir.
K24 – Stenbol
Hevşaredarê bajarê Diyarbekirê Firat Anli, li Stenbolê di panela xweseriya demokratîk de qala proseya aştî û pirsa Kurd kir. Anli got: "90 sal e dewleta Tirkiyê pirsgirêkên Kurdan çareser nekiriye. Çareserî ne bi kuştin û şer bi danûstandinê pêk tê, pêwîst e dewlet li gor daxwaza gel tevbigere."
Kongreya Demokratîk a Gelan, li Stenbolê derbarê xweseriya demokratîk de panêlek li dar xist. Gelek siyasetmedar, civaknas û nivîskar beşdarî panelê bûn. Beşdarvanan ji bo çareserkirina pirsa Kurd fîkr û ramanên xwe anîn ziman.
Hevşaredarê Diyarbekirê Firat Anli di proseya aştiyê de bal kişand ser girîngiya xweseriya demokratîk û wiha axivî: "Her model û her daxwaz li gor xwe bi qîmet û hêja ne, ev çend sal e nîqaşa xweseriya demokratîk tê kirin. Ev model bi taybetî ji bo gelê Bakurê Kurdistanê pêşniyazeke girîng e. Li gor dîtina me dewlet pirsgirêkên me çareser nake, lazim e civak û gel rêxistina xwe xurttir bike, divê gel bikaribe parastina xwe, zimanê xwe û parastina erdnîgariya xwe bike."
Anli bi bîr xist ku dewleta navendî ya Tirkiyê 90 sal e hinek pirsgirêk hene ku çareser nekirine û got: "Îro jî pirsgirêkên Kurdan pirsgirêkên Elewiyan û pirsgirêkên din berdewam in. Ji bo safîkirina pirsgirêkan hewlên me hene û ji bo vê helbet têkiliyên me bi Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê re jî hene. Di vir de hebûna dewletê jî nayê redkirin, helbet wê dewlet hebe lê pêwîst e dewlet li gor daxwaza gel gavan biavêje û xebatên xwe bike."
Anli ragehand ku hêzên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê jî dibîne gelê Kurd li Rojhilata Navîn jiyaneke hevpar û demokratîk dixwaze û loma nêzîkî Kurdan dibin.
Anli ji bo berdewamiya proseya aştiyê jî wiha axifî: "Em di rojên reş û tarî re derbas dibin. Em bang li hikûmeta Tirkiyê dikin bila banga gel bêbersiv nehêle û carekê din şand biçe girava Îmraliyê û li wê derê hevdîtinên xwe bikin. Em hemû sazî û dezgehên Kurd bi hev re carekê din di nav vê xebatê de cih bigirin. Divê hemû hêzên Başûr, Bakur û Rojava ji bo pêvajoya aştiyê bikevin nav hewldanekê."
Parlamenterê berê yê HDPê Demir Çelik jî diyar kir ku ji bo proseya aştiyê baweriya wan heye û danûstandinek ji nû ve dê dest pê bike û wiha axifî: "Berî niha HDP û dewletê li Dolmabahçeyê li ser 10 xalan li hev kiribû û divê herkes xwedî li civîna Dolmabahçeyê derkeve ji ber ew 10 xal ji bo çareseriyê bingehekî mezin û girîng bûn."
Çelik got: "Baweriya me ew e ku Kurd û Kurdistan, ji nasnameya xwe, ji zimanê xwe, ji statû û xweseriya xwe tawîzê nadin. Ji îro pê ve êdî dewleta Tirk daxwazên Kurdan dê qebûl bike. Pejirandina dewleta Tirk hem ji bo aştî û azadiya gelan hem jî ji bo jiyaneke bi rumet baş dibe."
HDP, di proseya aştiyê de xweseriya demokratîk wek pêşniyazeke krîtîk û girîng dibîne, lê hikûmeta Tirkiyê dûrî vê yekê ye.