Ercan Dag
Reporter
Tirkiye: Di du mehên dawî de 45 jin hatine kuştin
Kongreya Jinên Azad li qada Galatasarayê ya Stenbolê bi beşdariya gelek jinan çalakiyek li dijî tundiya li ser jinê lidar xist.
K24- Stenbol
Li Stenbolê ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinan çalakiyekê hat lidarxistin. Jinên li hev civiyan diyar kirin ku tundiya li jinan tên kirin, roj bi roj zêdetir dibe.
Beryia nêzîkbûna 25'ê Mijdarê ku weke roja piştevanî û têkoşîna li dijî tundiya jinan tê zanîn, Kongreya Jinên Azad li qada Galatasarayê ya Stenbolê bi beşdariya gelek jinan çalakiyek lidar xist.
Di çalakiyê de ji bo ku tundiya li ser jinan baştir were fehmkirin, şanoyeke biçûk hat lîstin. Di şanoyê de rewşa jinên ku di bin zehmetiyê de ne bi klam û lîstikan bi awayek trajîk hatin vegotin.
Jinên beşdarî çalakiyê bûn xwestin ku jin ji tundiyê dûr û bi awayekê azad bijîn. Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Cemîle Çelîk got: “Em ji ber tundiya li ser jinan hatin vir. Dewlet, sîstem û mêr zilm û zordarî li jinan dikin û dixwazin îradeya jinan bişkînin.”
Jinekê din jî diyar kir ku divê qedr û qîmeta jinan bê zanîn bê dayik jiyan nabe hemû tişt di destê dayikan de ye îro dayik tunebe jiyan jî nabe.
Li gor rapora "Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin" li Tirkiyê, di nav 2 mehên dawî de 45 jin hatine kuştin. Di sala 2014'an de jî bi tevahî 294 jin bi sedemên cuda hatine kuştin. Di nav sedemên kuştina jinan de sedemên wek cudahiya ramanê ya jin û mêran û daxwaza bidawîkirina zewacê tên nîşankirin.