Barhilgirên MÎTê dîsa di rojevê de ne

CHP û HDPê rexne li daxuyaniyên Serokwezîr Ahmet Davutoğlu girtin û ew bi wê yekê sûcdar kirin ku bandorê li darazê dike.

Barhilgirên MÎTê dîsa di rojevê de ne
Barhilgirên MÎTê dîsa di rojevê de ne

K24 – Enqere

Barhilgirên MİTê careke din, rojeva siyasî a Tirkiye germ kirin. CHP û HDPê rexne li daxuyaniyên Serokwezîr Ahmet Davutoğlu girtin û ew bi wê yekê sûcdar kirin ku bandorê li darazê dike.

Hevseroka HDPê Figen Yüksekdağ derbarê daxuyaniya Davutoğlu ya derbarê barhilgirên MİTê de got; “Tirkiye her tim dixwaze midaxeleya Sûriyeyê bike û niha van êrîşên li dijî Tirkmenan bo xwe dike hincet.

Yuksekdag wiha axifî: “Em hê jî li ser wê fikrê ne ku çek li wan barhilgirên MİTê barkirî bûn û bo komên cihadîst ên li Sûriyê dihate şandin ku li dijî Kurdan şer dikirin. Hê radibin û dibêjin PYD sînorê Firatê derbas bike em dê lê bidin. Em dibêjin bila Tirkiye êdî politikaya xwe a li Sûriyeyê biguhere.”

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Mahmut Tanal jî di daxuyaniya xwe ya li parlamentoyê de got, Serokwezîr Ahmet Davutoğlu li xwe mikûr hatiye ku barhilgirên MİTê çek hilgirtibûn: “Daxuyaniyên Davutoğlu bi tenê piştgiriyê dide rêxistina terorê DAIŞê. Li aliyê din hê doza derbarê kamyonên MİTê de berdewam e. Bi vê yekê Davutoğlu hewl dide ku bandorê li ser darazê bihêle û ev yek sûc e.”

Hikûmetê demeke dirêj çûna wan kamyonan wekî îdiayên bê bingeh nirxandibû. Lê belê piştî demekê dîmenên wan barhilgiran ji aliyê rojnameya Cumhuriyetê ve hatibû weşandin û derbarê gerînendeyê wê de jî doz hatibû vekirin. Lê belê niha hikûmeta ew îdia wekî bê bingeh dinirxand bi awayekî aşkere parastina wan barhilgiran dike. Evna jî nakokiyên di siyaseta Tirkiyeyê de derdixin ber çavan.