Mustafa Bayar
Reporetr
Şer û pevçûnên li bajarên Kurdan û Tirkiyeyîbûn
Herçiqas pisporên siyasetê projeya Tirkiyeyîbûnê biparêzin jî di van demên dawî de baweriya Kurdan a ji vê projeyê gelekî kêm bûye.
K24 – Enqere
Gelo şer û pevçûnên li bajarên Kurdan didomin û êrîşên li dijî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan, wê li ber projeya HDPê ya Tirkiyebûnê bibe asteng. Akademisyenên di warê siyasetê xwedî ezmûn, li ser mijarê rawestiyan.
HDP cara yekem wek partî beşdarî hilbijartinên 7ê Heziranê bû û bi awayekî sûrprîz ji sedî 13ê dengan wergirtibû. Ev serkeftina HDPê wekî encamên projeya Tirkiyebûnê hatibû nirxandin.
Lê belê di hilbijartinên 1ê Mijdarê de, dengên HDPê bi awayekî berbiçav kêm bûn û wekî sedem jî şer û pevçûnên li bajarên Kurdan hat nîşandan.
Şer û pevçûnên li bajarên Kurdan dijwartir berdewam in û di van demên dawî de parlamenterên HDPê jî ku bo rawestandina şer û pevçûnan li herêmê dikevin ber êrîşan.
Gelo ev şer û pevçûnên li bajarên Kurdan û êrîşên li dijî HDPê wê bandoreke çawa li ser projeya HDPê ya Tirkiyeyîbûnê bike. Pisporên Siyasetê derbarê mijarê de nerînên xwe anîn ziman.
Akademîsyen Mustafa Kemal Coşkun, derbarê mijarê de got: “Şer û pevçûnên li herêmê bandoreke neyînî li hilbijartinan jî kir. Lê Divê HDP, projeya Tirkiyeyîbûnê careke din binirxîne, divê Tirkiyeyîbûn ne li tevahiya Tirkiyeyê lê bi tenê digel karker û kedkarên Tirkiyeyê birêve biçe. HDP, vê yekê bike wê gelekî serkeftî bibe.”
Akademîsyen Galip Yalman jî dibêje ku ew wek akademisyenekî serbixwe polîtîkayên HDPê yên Tirkiyeyîbûnê rast dibîne: "Divê em HDPê bi tenê wekî tevgereke Kurdan a sîyasî nebînin. HDP bi tenê ne têkoşîneke bo demokrasiyê ye, partiyeke siyasî ya Tirkiyeyê ye ku parçeyekî projeya Tirkiyeyîbûnê ye û li gorî min di encama hewldanên 15-20 salan de, gihiştiye vê astê. Li gor min divê ev proje berdewam be."
Herçiqas pisporên siyasetê projeya Tirkiyeyîbûnê biparêzin jî di van demên dawî de baweriya Kurdan a ji vê projeyê gelekî kêm bûye. Parlamenterê HDPê yê Mêrdîn Mithat Sancar jî doh bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber êrîşên dewletê yên li bajarên Kurdan tu têkiliya gelê Kurd a bi dewletê re nemaye.