Xistina firokeya Rûsî di rojeva Tirkiyê de ye

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu jî diyar kir ku Tirkiye di politikaya xwe ya Sûriyeyê de têk çûye.

Xistina firokeya Rûsî di rojeva Tirkiyê de ye
Xistina firokeya Rûsî di rojeva Tirkiyê de ye

K24 – Enqere

Xistina Firokeya Rûsî û geşedanên li Sûriyeyê, li navenda siyasetê bûn cihê niqaşên germ. Serokwezîr Ahmet Davutoğlu bi zimanekî nerm axivî û got ku nêta wan nîne ligel Rûsyayê werin hemberî hev. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu jî diyar kir ku Tirkiye di politikaya xwe ya Sûriyeyê de têk çûye.

Niqaşên li ser xistina Firokeya Rûsî, bu rojeva yekem a siyaseta Tirkiyeyê. Serokwezîr Ahmet Davutoğlu di komcivîna partiya xwe ya li parlamentoyê de xistina firokeya Rûsya nirxand û got firoke ji ber ku qada asîmanî ya Tirkiyê derbas kiriye hate xistin û zaniye ku ew firoke ya Rûsyayê ye.

Davutoglu got: “Me bûyereke wiha nedixwest. Ew nêta me tuneye ku em têkiliyên bi Rûsyayê re nebaş bikin û werin hemberî hev. Têkiliyên di navbera dewletên mezin de, ji ber qezayên ragihandinê, nabin qûrbanî.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıçdaroğlu jî di civîna meclîsê ya partiya xwe de politikaya Tirkiyeyê ya derbarê Sûriyeyê de bi dijwarî rexne kir. Kılıçdaroğlu derbarê xistina firokeya Rûsyayê de jî got ew bangî rayedarên Tirkiye û Rûsyayê dikin ku bi aqilî tevbigerin.

Kiliçdaroglu diyar kir ku têkiliyên di navbera dewletan de ne cihê hêrsbûnê ne û wiha axifî: “Divê her du dewlet jî şaşitiyên xwe qebûl bikin. Şer wê zirarê bide her du dewletan. Êdî sebra herêmê, Tirkiye û Rûsyayê ji şer re nemaye. Berevajî şer divê dewlet bi hev re rûnên û pirsgirêka li Sûriyeyê çareser bikin. Rojhilata Navîn a cihê şer û pevçûnan bandorê li hemû cîhanê dike.”

Niha li Enqerê, li navenda siyaseta Tirkiyeyê, pirsyarek heye. Gelo wê pirsgirêka Sûriyeyê çawa çareser bibe û têkiliyên bi Rûsyayê re ber bi ku ve biçin. Mixalefeta Tirkiyeyê bangî rêvebirên her du dewletan dike ku bi baldarî tevbigerin. Ev bang û daxwaza mixalefetê wê bo çareseriya pirsgirêkan bandoreke çawa bike, evna dê di rojên pêş de diyar bibe.