Li Tirkiyê 29 rojnamevan di girtîgehê de ne

Parlamenterên HDP û CHPê ji bo ku nerazîbûna xwe nîşan bidin li Stenbolê hatin ba hev û diyar kirin ku biryara girtina rojnamevanan ne hiqûqî ye.

Li Tirkiyê 29 rojnamevan di girtîgehê de ne
Li Tirkiyê 29 rojnamevan di girtîgehê de ne

K24 – Stenbol

Parlamenterên HDP û CHPê ji bo ku nerazîbûna xwe nîşanî biryara girtina rojnamevanan bidin li Stenbolê hatin cem hev. Parlamenteran diyar kirin ku biryara girtinê ne hiqûqî ye. Li gor amarên komeleyan jî li Tirkiyê 29 rojnamevan di girtîgehê de ne.

Gelek siyasetmedar, rojnamevan û welatî doh li ber avahiya rojnameya Cumhuriyetê ya Stenbolê ji bo şermezarkirina girtina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul civiyan.

Berî 5 meh û nîv di rojnameya Cumhuriyetê de nûçeyek hatibû weşandin. Li gor nûçeyê, kamyonên saloxgeriya Tirk ku tê de gelek çekên giran hebûn ji Tirkiyê ber bi Sûriyê ve diçûn. Ji ber weşandina vê nûçeyê derheqê derhenerê weşana giştî yê Cumhuriyetê Can Dundar û nûnerê rojnameyê yê Enqereyê Erdem Gul  de doz hatin vekirin. Herdu rojnamevan li ser daxwaza dadgeha Stenbolê hatin girtin û şandin girtîgeha Sîlîvriyê.

Alîkarê Serokê giştî yê CHPê Enîs Berberoglu diyar kir ku kesên mixalîf yek bi yek tên girtin, hinek kes li hember vê yekê bêdeng dimînin lê nizanin ku rojek wê dora wan jî were: "Tirkiyê ji hiqûqê dûr ketiye, girtina herdu rojnamevanan jî bêhiqûqî ye û biryara hatiye dayîn jî siyasî ye. Em bi rêya hiqûqê li ber xwe bidin jî tu tişt naguhere, jiber hiqûq li vî welatî nîne. Heta ku Erdem Gul û Can Durdar serbest bên berdan ez ê her roj li ser wan rawestim û bifikirim. Çimkî heta ku ew serbest neyên berdan divê tu kes qala demokrasiyê neke."

Rojnamevan Nedîm Şener jî got, karê rojnamevanan bi awayekê rasttir agahdarkirina civakê ye. Heta niha nêzîka 30 rojnamevan di girtîgehê de ne lê bi ya min eger rewş wiha bidome dê ev hejmar heta 100'î derkeve: "Kesên ev biryara girtinê dane dixwazin rojnamevanan bitirsînin û rojnamevanî neyê kirin. Lê belê ji bo wê êdî dereng e nikarin wê bi ser kevin. Çimkî her çiqas ew hevkarên me bigirin heqîqet jî ew qas baştir tê zanîn."

Rêxistina Rojnamevanên Sînor Nenas a Navneteweyî sala çûyî derbarê azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyê de raporek weşandibû. Li gor raporê Tirkiye, di azadiya çapemeniyê di nav 180 welatan de di rêza 154an de cih digire.