Xelkê Minbicê ji çarenivîsa bajarê xwe metirsîdar e

Hêzên hikûmeta Sûriyê derdora bajarê Minbic belav dibin, lê hîn derbasî bajêr nebûne. Hevpeymaniya Navdewletî jî ta niha ji deverê venekşiya ye, welatiyên bajêr ji rewşa heyî metirsîdar in nizanin rewş bi ku ve diçe.

 

K24 – Minbic

Hêzên hikûmeta Sûriyê derdora bajarê Minbic belav dibin, lê hîn derbasî bajêr nebûne. Hevpeymaniya Navdewletî jî ta niha ji deverê venekşiya ye, welatiyên bajêr ji rewşa heyî metirsîdar in nizanin rewş bi ku ve diçe.

Welatiyên bajarê Minbicê bi hestiyarî nûçe û gotinên kolanan dişopînin, lê nizanin ewê çi bibe. Aramî û nebûna şer û cengan hêviyia xelkên bajêr e, gelek kes ji K24ê re dibêjin, ew dixwazin rewş wiha bimîne û ti hêz derbas nebe. Ezmûna Efrînê li bar çavan e, welatiyên bajêr ji derbasbûna hêzên Tirkiyê metirsîdar in. Hatina rêjîma Sûriyê jî ne cihê rihetiyê ye.

Encûmena Sivîl ya Minbicê dide zanîn ku ew li gel hikûmeta Sûriyê di nava guftûgoyê de ne, lê hîn ti encam derneketine û dibînin ku parastina deverên sînorî ji êrîşên Tirkiyê yek ji erkên hikûmeta navendî ye, lê ta niha ne hêza rêjîmê û ne jî hêzên Rûsî derbasî bajêr nebûne. 

Tevî hemû hevdîtin û daxuyaniyên Tirkiyê û Rûsyayê, lê diyar e ew nikarin ti gavan ji bo çarenivîsa deverê bavêjin, ji ber ku hîn Hevpeymaniya Navdewletî li deverê ye û firokeyîn wan jî li esmanan digerin. Herwiha hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê li cihê xwe ne. Daxuyaniyên hemû aliyan jî tenê di warê xistina fişarê li ser Amerîka dimînin, da ku ji herêmê derkeve û qadê ji Rûsya û Tirkiyê re vala bihêle.