Mesrûr Barzanî: Em pabendî parastina azadiya rojnamevaniyê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek bi boneya salvegera derçûna yekemîn rojnameya kurdî û Roja Rojnamegeriya Kurdî, belav kir û tê de piştgiriya hikûmetê bo azadiya ragihandinê dubare kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi boneya 22yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî û 126emîn salvegera derçûna rojnameya "Kurdistan" ku ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve hatibû weşandin, peyameke pîrozbahiyê arasteyî hemû rojnamevanên Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî herwiha di peyama xwe de salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê jî pîroz kir û hêviya serkeftinê ji bo kedkarên vê qadê xwest.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hejmara rojnameya (Kurdistan) ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve, ku di heman demê de salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye, ez pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê û endamên Sendîkaya Rojnamevanan dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftina zêdetir ji bo wan dixwazim.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek her dem, pabend e bi parastin û berevanîkirina li azadiya karê ragihandin û rojnamevaniyê û pêşkêşkirina hêsankariyên pêwîst ji bo ragihandinkaran. Di heman demê de, em hêvîdar in ku ragihandinkarên hêja jî di asta pîşe û erkê girîng a ragihandinê de bin û bi şêweyekî pîşeyî û berpirsiyarane karên xwe encam bidin; yasa, etîk û pîvanên navneteweyî yên rojnamevaniyê li ber çavan bigirin û rola xwe ya çalak di hişyarkirina civakê, berevanîkirina li destkeftên niştimanî, çanda pêkvejiyana aştiyane û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê de bigirin.
Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû ragihandinkarên Kurdistanê pîroz be.
Roja Rojnamegeriya Kurdî
Roja 22ê Nîsanê ya her salê wek Roja Rojnamegeriya Kurdî hatiye diyarkirin. Ev yek vedigere sala 1898an, dema ku Miqdad Midhet Bedirxan yekem hejmara rojnameya "Kurdistan" li bajarê Qahîreya paytexta Misirê çap û belav kir.
Ev rojname heta sala 1902an berdewam kir û 31 hejmar jê derketin. Hejmarên wê li çar bajarên cuda yên wekî Qahîre, Cenev, London û Folkestone hatin çapkirin. Her wiha roja 22ê Nîsanê salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ye ku di sala 1998an de li bajarê Hewlêrê hatibû damezrandin.