34 petrolhilgirên Îranî dorpêça deryayî ya Amerîkayê derbas kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa "Vortexa" ya çavdêriya tevgera keştiyvaniyê ragihand, tevî dorpêça deryayî ya Amerîkayê, bi dehan keştiyên petrolê yên Îranê karîne bi rêyên cuda dorpêçê bibirin û petrolê veguhêzin.

Li gorî rapora ajansa Vortexa, ji 13ê Nîsanê û vir ve ku Amerîkayê dorpêça deryayî li ser Îranê ragihandiye, 34 keştiyên petrolê yên girêdayî Tehranê bi şêwazên cuda dorpêç derbas kirine.

Di raporê de hat de destnîşankirin,19 petrolhilgiran xeta dorpêçê qetandine û ji Tengava Hurmizê derketine; di beramber de 15 keştî jî ji bo barkirina petrolê çûna bernderên Îranê. Tenê 6 ji wan keştiyên ku ji Îranê derketine, 10.7 mîlyon bermîl petrola xam hilgirtine ku bihayê wê nêzîkî 910 mîlyon dolar tê texmînkirin.

Vortexa aşkere kir, Îran ji bo qaçaxçîtiya petrolê taktîkên wekî "vemirandina amûrên naskirinê (AIS)" bikar tîne. Keştiya mezin a bi navê "Dorina" wek mînak hat nîşandan ku bêyî amûrên naskirinê geşt kiriye. Herwiha li nêzîkî kinarên Malîzyayê, petrol ji keştiyên Îranî bo keştiyên nenas tê veguhastin, da ku çavkaniya petrolê winda bibe.

Ji aliyê din ve, Îranê kontroleke tund li ser Tengava Hurmizê sepandiye. Supaya Pasdaran tenê rê dide wan keştiyan ku "destûra pêşwext" ji Tehranê wergirtine. Piştî êrîşên roja Şemiya borî yên li ser keştiyeke Fransî û petrolhilgireke Hindî, tevgera keştiyvaniyê li navçeyê pir kêm bûye û tenê 30 keştî tê re derbas bûne.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan qada dorpêçê heta kûrahiya deryayan berfireh kiriye. Hêzên deryayî yên Amerîkayê 28 keştî neçar kirine ku vegerin benderên Îranê. Herwiha, Amerîkayê dest daniye ser keştiyeke konteyneran li Deryaya Omanê û li Okyanûsa Hindî û Pasîfîkê jî bi ser petrolhilgireke din de girtiye.

Xwediyên keştiyên bazirganî vê rewşê wek "dorpêça dualî" bi nav dikin; ji aliyekî ve zextên Amerîkayê û ji aliyê din ve kontrola Îranê ya li ser Hurmizê, bûye sedem ku gelek keştî li başûrê Kendavê rawestin û nexwazin bikevin nav vê rageşiyê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî careke din tekez kir, heta Tehran mercên Amerîkayê qebûl neke û rêkeftineke dawî neyê îmzekirin, ti ceza jî nayê rakirin.