Çend têbîniyên ji hestyariyê dûr, derbarê seredana Serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiye
Serdana rêzdar Masrûr Barzanî li nav Kurdan bi balkêşî hat şopandin. Di van serdanan de nîşanên dîtinî (visiuel) ji bo „cadê“ girîng e...
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê rêzdar Masrûr Barzanî roja 28.11.2019 serdaneka fermî bo Ankarayê pêkanî .
Ev serdan, piştî serdana Bexdayê ku li meha tîrmehê pêkhatibû serdana wî ya duyemîn bû; lê ji bo derveyê welat serdana yekemîn e.
Di têgeh û prensîbên diplomatîk de, serdanên yekemîn yên Serokkomar û Serokwezîran wateyeke xwe siyasî diplomatîk heye.
Serokkomar û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, her duyan jî serdana xwe yekemîn bo Bexdayê kirin û niyeta xwe ya hevxebatê bi Serokwezîrê Iraqê birêz Adil Abdul-Mahdi re diyar kirin, her wisa jî piştevaniya xwe siyasî bo wî tekez kirin. Piştî Bexdayê, herdu yan jî serdana Turkiyê kirin. Mixabin Adil Abdul-Mehdî roja 29.11.2019 istîfa xwe da. Ev jî pêvejoyeke nû ye li Iraqê, vêca dê çi biqewime, çawa be ne diyar e.
Serdanên yekemîn bo Bexdayê û yên duyemîn bo Turkiyê, wateya xwe siyasî-diplomatik ew e: Herêma Kurdistanê wek heremeke federe perçeyek ji dewleta Iraqa federal e û Iraq di asta navdewletî de temsîla Herêma Kurdistanê jî dike. Di asta duyemîn de jî rêvebiriya Kurdistanê girîngiyeke zêde dide peywendiyên bi dewleta Turkiyê re. Bê guman wekî dewletên dorber cîran peywendiyê bi Iranê re jî zêde girîng e. Peywendiyên bi Bexdayê re mijareke huqûqa nêvdewletî ye. Peywendiyên bi Turkiyê re bijareyeke siyasî, aborî û diplomatîk e. Rêvebiriya siyasî ya Herêma Kurdistanê girîngiyeke taybet dide peywendiyên bi dewleta Turkiyê re; ku ev yek ji desthilata siyasî azade ye. Kîjan partî an koalisyon li ser desthilatê be jî, rêvebiriya Herêma Kurdistanê dê hewl bide peywendiyên navdewletî bi Turkiyê re di asta herî baş de hebê.
Bi nêrîna me, ev siyaset û bijare rast e. Ji bo erê kirina vê siyasetê bi têra xwe sedem û argument heye, lê em naxwazin di vê kurtenivîsê de dakevin nirxandina wirdeyan (detayan).
Vêca, ew kampanya li dijî vê serdanêji aliyê hinek Kurdên me bakurê welat, bi rastî bê mane ye. Hinek ji van dilreşan sîxur in, ew karê xwe dikin. Mixabin hinekî Kurd bi van sîxuran û pisan tên xapandin.
Hinek kes jî hene welatperwerên dilsoz in û jiber siyaseta Turkiyê ya dijî doza rewa ya Kurdî, di serê wan de pirs peyda dibe. Ev rexne û dilgiranî di cîh de ne, hewce ye mirov girîngiyê bide van nirxandinan. Ev nirxandin gelekî ji wan ji dilxemgîniyên hestî dertên. Bêguman me rêz ji hestê kesên dilsoz re heye, lê peywendiyên dewletan de berjewendî esas in, ne hestiyarî...
Rêvebiriya siyasî ya Herêma Kurdistanê mecbûr e bi Turkiyê re jî, bi Îranê re jî peywendiyên xwe aborî û siyasî hebê. Lê tê zanin, ev her du dewletên mezin yên herêmî siyaseta wan ser pêşîlêgirtina damezirandina dewleta Kurdistanê ava bûye û di vê siyaseta xwe de bi israr in. Ew di gelekî mijaran de li dijî hevdu ne, lê di siyaseta dijayetiya dewletbûna Kurdistanê de digîhin hevdu. Me di pêvejoya referanduma serxwebûnê de vê yekê dît. Em di hêrîşên ser rojavayê Kurdistanê de vê yekê dijîn. Rêvebiriya Kurdistanê di nav vî agirî de hewl dide destkeftiyên Kurdistanê biparêze û bi hêztir bike. Û alîkar be ku li rojavayê Kurdistanê zêde koçberî çênebe, demografiya vî perçeyê welatê me zêdetir neyê têkdan.
Eger mirov ji rewşê agahdar bi lênêrînekî makûl bar û doxê Kurdistanê binirxîne, dê bibîne ku rêvebiriya siyasî ya Kurdistanê serkeftî ye. Em divê vê bibînin û piştevaniya siyaseta dewleta xwe bikin. Siyaset, xeşîmîyê qebûl nake!
TURKİYÊ Bİ RÊKÛPÊK PÊŞWAZİYA SEROKWEZİRÊ KURDİSTANÊ KİR,
LÊ EV NE MITMAYÎN E Jİ BO TÊKİLİYÊN MAYİNDE
Serdana rêzdar Masrûr Barzanî li nav Kurdan bi balkêşî hat şopandin. Di van serdanan de nîşanên dîtinî (visiuel) ji bo „cadê“ girîng e. Di gelekî nirxandinan de me vê yekê dît. Mijara sereke alaya Kurdistanê bû. Gelek aliyan meraq dikir, gelo dê Turkiye tehemûlê alaya Kurdistanê bike û prensîbên dîplomatîk bi cîhbîne? Mijara duyemîn jî zimanê gotarê bû ku Serokwezîr bi Ingilîzî qise kir. Ez jî li bendê bûm, goh li Kurdiya şîrîn bim. Kurdiya Serokwezîrê Kurdistanê gelekî fesîh e. Xelkê Kurd di pêvejoyeke „bixwe hesînê“ re derbas dibe, bi zimanê xwe şad dibe. Mijara ziman jî bi kêmasî bi qasî tiştên dîtonîkî girîng e. Bi taybetî demê serdanên dewletê cîran ku naxwazin zimanê Kurdî di asta navdewletî de rewa be. Ev mijar bandorekî xwe heye ser xelkê. Li kahwe û dikanên Kurdan çav û gohê xelkê li ser alaya Kurdistanê û Kurdî ye.
Turkiyê prensîba hildana alayê cibecîh kir. Li Baregehê Mêvanên Biyanî (Wezareta Karên Derve) alaya Dewleta Federal ya Îraqê û alaya H. Kurdistanê li kêleka hevdu bû, ku di huqûqa navdewletî de ev rast e. Tew em dikarin bêjin, dewletekî dikare bêje, emê tenê alaya dewleta federal daliqînin. Her ji çi sedemî dibe bila bibe, daliqandina alaya Kurdistanê bi alaya Iraqê re bi hevra tê wê wateyê ku TR al û statûya destûrî yê Kurdistanê di asta siyasi û diplomatik de dipejirîne. Ev helwestê Turkiyê divê em bi erênî binirxînin.
Mijara gotina KURDISTANê de em careka din bûn şahidê zikêşi û tengaviya Turkiyê. Ji Wezîrê Turkiyê û werger re zahmet bû gotina Kurdistanê telefûz bikin, vebêjin. Ev eyba wan e. Dîplomasiya Kurdistanî jî helbet vê yekê not kiriye. Dîplomasî rê û rêbazên têkiliyan e, heman demî hafize (bîr-a) û arşîva peywendiyan e jî.
Li Serokkomariyê tenê alaya Serokkomariya Turkiyê hebû. Ev jî normal e, ji ber ku ev prensîbekî dewleta Turkiyê bi xwe ye.
Dîplomasiyê de du cûre prensîb û şêwe hene, yên universal û yên „netewî-niştîmanî“. Wek mînak berê kî bihata Turkiyê, diviya bû biçûya „anitkabir“ê –mozeleya M. Kemal- jî ziyaret bikira. Nizanim, gelo nuha jî wisa ye, berê di protokola serdanên dewletê yê asta yekemîn (1. Derece resmi devlet ziyareti) de ziyareta gora M. Kemal jî hebû. Demê rahmetî Mam Celal wekî Serokkomarê Iraqa Federal hatibû Ankarayê, wê rojê ji nîşka ve (!) „lingên wî êşiyabû, nikaribû“ di pêpelokan (derinceyan) de hilkişe jor, ew bi gopala xwe ve li jêr ma û hinekî din gûlên wî birin danîn ser gora M. Kemal! Baş e ku kak Mesrûr an kak Neçîrvan tûşî mijareke wisa nebûn.
Bi kurtî, di pêşwaziyê de tiştekî ku mirov pê zêde biêşe, rûneda. Û hin tiştên dîtonîkî (visual) jî pêkhatin. Lê ev ne misogerî ye ku dê ev helwesta dewleta Turk berdewam be. Jiber ku Turkiyê hê jî, wek mînak rênedaye Hukumeta Kurdistanê ku nûneriya xwe bi fermî li Ankara vebike. Heta ev nebe, em nikarin bêjin ku Turkiye KRGê bi fermî dipejirîne.
Ev cure pêşwaziyan,em dikarin bi nav bikin, hevdu pejirandineke indirekt, bi Kurdî em bêjin pejirandinek e bi cureyê li dora mijarê fitilîn e. Ev peywendî nuha bêhtir ji ber berjewendiyên aborî, ticarî û hinekî jî siyasî ji dil an ne ji dil pêktê. Û ji berjewendiya herdu aliyan e jî. Bêguman ya tê xwestin duristbûna peywendiyeke cihê baweriyê ye. Ev dê ji berjewendiya hemî aliyan be.
***
Hinek rewşenbîrên me yên “bakurî” derbarê serdanê de hin tiştan bi lez nivîsîn. Dilgiraniya xwe diyar kirin. Ev yek, bêhtir ji ber siyaseta Turkiyê ya tund beramberê Kurdan bû. Bi nêrîna me di van dilgiraniyan de hestiyarî rolekî berçav dilîze. Di van nirxandinan de hin aliyên mijarê tê paşgokirin.
Bêguman Turkiye dixwaze bi vê seredanê "têza xwe" ya ku dibêje: "em ne li dijî Kurdan in, li dijî 'teroristan' in" rewa bike. Lê nikare bi serkeve. Jiber ku nêzîkî çarsed hezar xelkê sivîl aware bûne. Em dibînin li hemî dezgehên navdewletî de hêrîşkariya Turkiyê hat rûreş kirin û bi rastî medya bi gotinên wan henekan dikin. Başurê Kurdistanê jî ji serî de li dijî vê hêrîşê siyaseteke aşkere meşand, xwedî li xelkê sivîl derket û ev berdewam e.
Bi baweriya min, Kurd (başurê Kurdistanê) dikare ji vê peywendiya bi Turkiyê re zêdetir îstîfade bike. Bi vê têkiliyê, dê bikarin heta dereceyekî koçberiya (tehcîra) li rojavayê Kurdistanê sivik bikin, belkî bi alîkariya hêzên hevpeymanan riya vegerê jî vebikin.
Lênêrînekî din jî ew e, başurê Kurdistanê jî muhtacê têkilî û riyên din e. Yek nizane rewş dê li Iranê, Iraqê û Suriyê çawa reng bigre. Bi Bexdayê û Turkiyê re têkilî nuha ji bo vi perçeyê welatê me girîng e. Mixabin Bexda jî têkilhev e û îstîfa Serokwezîrê Iraqê ji bo H. Kurdistanê xesarek e. Dê kî were şûna wî ne diyar e. Bi îstîfa Adil Mehdî krîza siyasî û ewlehî li Iraqê dê gûrtir bibe. Du "eniyên" li rojhilata navîn (Hîlala şîa (IR) û neo-osmanî ya sunnî -ixwanî -TR û hevalbendên wan) hewce ye mirov hertim van herdu "aks"an, rola wan li ser masê dayne û hesabê wan bike. Mirov dikare xalên din jî lê zêde bike. Cardin jî divê mirov girîngî bide wan nêrînên dilnigariyê jî. Şik û gumanên ji siyaseta dewletên cîranê H. Kurdistanê di cîhê xwe de ne. Ya girîng, em Kurd xwedî li dewleta xwe ya li başurê welatê xwe derkevin, xwedî li destkeftiyên rojavayê welatê xwe derbikevin, xwedî li xelkê xwe sivîl derkevin û heta ji me were nehêlin demografiya li rojavayê Kurdistanê di aleyhiya Kurdan de were têkdan.
02.12.2019