Hêrîşa rejîma îranê ser Hewlêrê pêwist e li UN bibe mijar û biryar
Me di nivîsa xwe ya berî vê de li K24 gotibû bi şerê Putin navenda nakokiya global nuha derbasê Ewrûpayê bû. Ji roja 24ê Sibatê 2022an virde çav û gohên cîhanê li ser şerê Putin e li Ukraynê.
Her wisa me îşaret pê dabû ku dê ev şer piştî ku hêzên zilhêz li ser dizayna siyasî erdnîgarî ya Ewrûpayê lihev bên, dê şer û nakokiyên li Rojhilata navîn careka din gûrr bibin.
Vê pêşbîniyê ez ji ber xwe ve nanivîsim, dîrok ji me re dibêje,.
Di mijarên danberhevdana bûyerên mêjuyî de nêrînên Profesorê navdar yê Alman Dr. Hartmut Kaelble (Historische Vergleich Methode / Historical comparison method) di têgihîştina bûyerên îroyîn de gelekî alîkariya me dike. Şêweyê xebata H. Kaelble, mohra xwe li xebat û lêkolînên van çil pêncî salên dawî daye yên di warê dîrokê û dîroka civakî de. Bûyerên li dîrokê qewimîne tên berhevdan bi bûyerên vê demê aktuel re û encam û pêşbînî jê tên derixistin.
Di çarçoveya nivîsekî kurt de, mirov dikare bûyerên demê şerê cîhanê yekemîn û duyemîn bi pêvejoya van sîh salên dawî re bide ber hevdu.
Salên 1908-1922 serdema hejîn û ruxandin û dawî lêanîna împaratorî, Kayzerî û Çarîtîyê ye. Di vê qonaxê de sala 1914an şerê cîhanê yekem destpê dike û çar salan dom dike. Ji Ewrûpayê heta bigîhe Kafkasyayê şer e. Li vê qonaxê di sala 1917an de bi „Şorişa Oktoberê“ Çarîtiya Rusya, 1918an Împaratoriya Awisturya-Macar û Kaiseriya Almanya, sala 1922an jî Împaratoriya Osmanî dawî li wan hat, demê dewletên nû yên netewe-dewlet û modela pergala yekitiya komarên Sovyetê destpê kir.
Vê demê li rojhilata naverast jî gelek dewlet avabûn. Kurdan jî di pêşengiya Şêx Abdulselam Barzanî de li başur û bi rêxistina AZADÎ li bakur hewl dan, lê mixabin Kurdan hîç statuyekî an mafekî neteweyî-niştîmanî bi dest neanîn û ser de jî welatê wan Kurdistan bi Peymana Lozanê (1923) hat parve kirin ser çar dewletan.
Ev serdem qasî 20 salan domand, heta 1.9.1939an roja hêrîşa rejîma Naziyan-Hitler ser Polonya.
Şerê cîhanê duyemîn ji ber sedemên xewn û xeyalên nasyonal sosyalizma Hitler destpê kir. Faşizma Hitler xewnê Prusyayê û Kayzeriya Germaniyayê dît, lê bi wî jî nema Almanan wekî nîjada herî pak û serwerê cîhanê dît û got divê cîhan bi serokatiya wî di bin desthilata “nîjada payebilind” Almanên Arî de be. Çi anî û çi hat serê mirovayetiyê hewce nine li vê derê dûr û dirêj binivîsim. Tê zanîn ku demê Hitler demeke reş û tarî ye li dîrokê.
Demê Şerê 2mîn li dîrokê serdema şerê nabeyna faşizmê û demokrasiyê, nîjadperestiyê û parastina maf û azadiyên gerdûnî destkeftiyên ji demê Magna Carta (1215) heta wê demê bû. Mirovayetî û demokrasî bi serket, faşizm û nîjadperestî têkçû.
Mîrê gramera kurmanciyê Mîr Celadet Bedîrxan, bi weşana kovara RONAHî (1. Jimar 1.4.1942) cîhê rewşenbîriya Kurdan diyar kir, li nav eniya demokrasiyê cîh girt. (Bo zêdetir agehiyan binêrin Kovara Ronahî, 1-28, Şam, 1942-1945)
Vê qonaxê de destkevtî û hêviya me Komara Kurdistanê bû li rojhilatê welatê me. Çi bi serê Kurdan û Kurdistanê hat tê zanîn. Me wê qonaxê jî dest vala hêla li dûyê xwe. Cardin sêdare, zilm û koçberî bû para me.
Em Kurd mecbûr bûn tifingên burnoyên xwe bidin mile xwe û xwe bispêrin çiyayên xwe, an jî demekî mecbûrî mihaciriya siyasî bin.
Ji 1946an heta 1989-1991an sê salên demê Abdilkerim Kasim û sê çar salên demê Otonomiya 11ê Adarê xelkê Kurdistanê li ti deverî rojekî xweş û mecal û derfetekî xwerêvebiriyê bi dest neanî, heta sala 1992an. Ji 1992an heta îro ev sih sal in li başurê Kurdistanê de jura xwedî statuyeke federe û bi rewşeke de facto wekî dewletekî ye.
Şer û pevçûnên global û herêmî di vê qonaxê de jî berdewam in.
Hêj dinya negîhaye pergala xwe ya nû. Berhevdan û pevçûn bêhtir bi cureyê “şerên bi wekalet” li vî aliyê cîhanê li wê aliyê dine berdewam bû. Li Ewrûpa li Yugoslavya şer çêbûn. Ji wê derê şer derbas bû li Afxanistanê û Rojhilata navîn gûr bû. Li gelek deran şerên bi wekalet di ser milîsên selefîst û şîa berdewam kir. El Qaîde, Taliban, Boko Haram, Daîş, Haşdî Şaabî, Hîzbullah, Tahrîrî Şam û gelekî din milîsatên van şerên bi wekalet in. Hemî dewletan van terorîstan li goreyê berjewendiyên xwe yên stratejîk bi kar tînin. Yên zirar û ziyana canî û madî dibînin xelkê bindest û hejar in. Serî de xuşk û birayên me Êzîdî û miletê Kurd ji destê van terorîstên xwînrêj gelekî kişand û hê jî dikişîne.
Lê Kurd û Kurdistaniyan li başurê welat û li rojavayê Kurdistanê destkeftiyên di vî qonaxî de bi bedilên giran parastin. Hinek axa me ji destê me derket, em bûn cangoriyên planên navdewletî. Çiyayê Kurmanc (Afrîn), Girê Spî, Serê Kaniyê, Kerkûk, Celawla heta Xaneqînê ji destê Kurdan derket. Lê Kurdan saya hevbendî û piştevaniya navdewletî de karibûn wan hêrîşan bidin rawestin û piraniya destkeftiyan biparêzin.
Kirdarên van hêrîşan kî ne û hêzên li pişta wan diyar in. Dewletên dorber in ên ku berê van hêrîşan didine ser me û dewletên zilhêz jî li goreyê berjewendiyên xwe yên stratejîk caran çavên xwe li wan digrin, rê li ber wan xweş dikin.Li Afrînê wisa bû, li Kerkûkê wisa qewimî. Bi dehan salan e ev leyistika kişikê berdewam e. Ev jî parçeyek e ji vê qonaxa dizayn kirina bi taybet Rojhilata naverast.
Ji roja 24ê Sibatê 2022 virde di rewşa global de guherîneke bingehîn rûda û pêvejoya peywendiyên navdewletî derbasî qonaxeke nû bû. Hêrîşa Putin ser Ukraynê û berxwedana xelkên Ukraynê li dîroka siyasî rûpeleke nû destpê kir. Dê çawa bi encam were ne diyar e.
Di 17mîn roja hêrîşa Putîn de, hevbendê rejîma Putin rejîma Îranê bi 12 roketan hêrîşê ser paytextê Kurdistanê kir ku studyoya Kurdistan24 jî gelekî xesar dît. Îranê vê hêrîşê bi daxuyaniyên fermi pejirandin.
Desttêwerdanên Îranê li nav Iraqê û Kurdistanê tên zanîn. Ji roja yekem ve curbecur berdewam e. Lê heta roja avêtina van 12 mûşekan, hêrîşeke raste rast ji aliyê hêzên leşkerî yên dewleta Iranê ve ser Kurdistanê nebûbû, neqewimî bû.
Hêrîşa mûşekî ser Kurdistanê ceribandineke nû ye ji aliyê diplomatîk û leşkerî ve. Bêguman rêvebiriya Kurdistanê vê hêrîşê tekez ji gelekî aliyan ve dinirxîne û tedbîrên pêdivî jî dê bên wergirtin. Nûçeya ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ketine amadebaşiyê, bi vê hêrîşa xeternak ve peywendîdar e. Dilê hevwelatiyan hinekî rehet dike, ji tirsê azad dike. Cîhê serbilindiyê ye ku Kurdistan xwedî hêzên pêşmergeyan, pisporên asayişê û tîm û hêzên taybet dij-terorê ye.
Eger em li dîrokê vegerin û siyaseta dewletên dorber binirxînin, rastiyek derdikeve pêş me. Van dewletan hebûna xwe ser tunekirina Kurdan danîne. Jiber vê yekê destkeftiyên ser erdê, cureyê serweriyê û hêzbûna ber bi dewletbûnê van dewletan ditirsîne. Daxuyaniya Ahmedî Nejad ya berî çendekî ku dibêje, “Dixwazin Turkiyê û Iranê parçe bikin” peyameke rejîmê ye ser zimanê wî tê belav kirin. Tirsa Îranê herî zêde ji statuya dewleta federe ya Kurdistanê û hevbendiya wê bi hêzên navdewletî re ye.
Tê zanîn ku Îran Hewlêrê li pêşiya stratejiya xwe ya Hîlalî Şîî astengiya sereke dibîne û dixwaze vê astengiyê ji hole rabike. Ji xwe bi destê aligirên xwe yên Kurd berdewamî aloziyan derdixe. Mixabin PKK û komekî ji nav YNKê di vî warî de roleke gelekî qirêj û bi tehlûke hildane ser milê xwe. Li Bexdayê jî bi Şiiyên hevbendên xwe re hevra desttêwerdanan plan dike, wekî hêrîşên ser buroya PDKê, biryarên Dadgeha Bilind ya Iraqê û tiştên din. Carna raste rast jî tehdîtan dikin.
Hêrîşa mûşekî di dijminahî û desttêwerdanan de astekî nû ye ji aliyê Îranê ve. Rejîma Îranê ji hêrîşa Putin ya ji hemî yasa û rêkeftinên navdewletî dûr cesaretê girt û xwest xwe bi heman cureyî li ser Kurdistanê biceribîne. Eger ev hêrîşa rejîma Îranê bê bertek û bê bersiveke navdewletî (asta UN de) bimîne, ev dikare bo Kurdistanê her biçe metirsîdartir bibe. Ji ber vê yekê hewce ye rêvebiriya Kurdistanê bi hîç awayî dev ji doz û dawa vê hêrîşa ne huqûqî, eşqiyatiyê ber nede.
Ev hêrîş pêwist e li astê navdewletî de bê mahkûm kirin û divê dewleta Îranê wekî ku Iraqê tezmînata Kuweytê da (dide) zerar û ziyana Kurdistanê bide û bi taybet ji Kurdistanê û Iraqê lêborînê bixwaze.
Di vê çarçoveyê de rûniştina Meclisa Bexdayê derbarê vê hêrîşê de, bi beşdarbûna Wezîrê karê hundir yê Kurdistanê girîng bû. Hewce ye Wezareta Derve ya Iraqê jî vê hêrîşê bibe NY (UN).
Goreyê agehiyên medyayê, nûneriya DYA daxwaz kiriye encumena asayişa navdewletî li ser êrişa mûşekî ya Îranê li ser Hewlêrê bicive. Ev destpêşxêriyeke dîplomatîk girîng e. Encamên vê serlêdanê dê bi taybet helwestê Rusya û Çînê jî ji me re bidin xuya kirin. Helwestên beramberê vê serlêdanê dê rengê siyaseta dewletên zilhêz yên xwedî mafê veto beramberê doza mafê çarenûsa Kurdistanê diyar bike.
Bi çi cureyî dibe bila bibe, divê hemî derfetên diplomatîk û siyasî werin bi kar anîn daku çeperekî navdewletî bê danîn li pêşiya hêrîşkariya Îranê. Ev hêrîş ji rejîma Îranê re bimîne, dê metirsiyên ser Kurdistanê mezintir bibin.
Hêvîdar in cîhana demokratîk xwedî li doza rewa ya xelkê Kurdistanê derkeve û pêşî li rejîmên dirinde yên rojhilata navîn were girtin.
Berê me divê ber bi demokrasiyê û hevçaxiyê ve be.
Li dawî dixwazim li zanyar H. Kaeble vegerim.
Dîrok şahidê qonaxên demên û piştî şerên cîhanê ye. Çi bi destên me Kurdan ketin û neketin ev jî tê zanîn.
Nuha mirovayetî di qonaxeke nû re derbas dibe. Tiştên destê me Kurdan de heye û doz û daxwaza me çi ye, çi nine, piraniya cîhanê pê zane.
Pirsa ji bo piştî vê qonaxa nû ev e: Ma cîhekî me jî li vê dinyayê tune?
Va ye ser destkevtiyên me hêrîşên hovane bi roketan diceribînin. Yê me teknologiya patriotên me nînin, ku em karibin mûşekan li hewa biteqînin.
Eger dewletên xwediyê mûşek, firoke û dronan ji wan re sînurekî neyê danîn, dê dinya bibe pergala roketan! Putin nava çend rojan de xwe bigihîne Berlinê û Bahra Rojhilat, Îran hîlala xwe ya Şia ji bakur ve di ser Şengal, Nisêbîn bigihîne Îskenderun, ji başur ve ser Bahreynê, Omanê re here heta Yemen û Somalî.
Her dîktatorekî xewnekî xwe heye.Yek dibêje miletek û welatek bi navê Ukrayna tune, mafê min e ez her tiştekî bi wan bikim.
Yê din dibêje: Lingê Îmam Alî û Îmamên wî li kû derê ketiye, li kû derê mezelekî Îmamekî me hebê, ew der yê me ye û emê xwe bigihînin wan deran.Yê mayî dibêje: Li dem û dewranan kal û cedên me li ser hespa gîhana kû derê û li kû derê şûrên xwe hejandine, ew der hemî yê me ye.
Torinên Atîlayê Hûnan hêj deng ji xwe dernexistine. Ev xewnên wisa dikarin çêlikên Hitler jî li serê mirovayetiyê bikin bela.
Gotina dawî: Eger mirovayetî û dinya demokrat bi biryar xwedî li hêjayiyan û li maf û azadiyên gerdûnî dernekeve, dê dinya bimîne ji eşqîya û zaliman re!
Kî vê naxwaze, kî naxwaze pencên Hulagu-yan dirêj bibe, hewce ye li dijî zaliman, li dijî rejîmên hêrîşkar û xwînrêj raweste.
Ji bo vê yekê me got: Em hevalê mirovayetiyê, demokrasiyê û hevçaxiyê ne.