Bandora krîza Ukrayna û Rûsyayê li ser doza me
Bayram Ayaz
Van sê mehên dawî rojeva cîhanê bi krîza nabeyna Rusyayê û Ukraynê ve dagirtî ye.
Meha dawî êdî ev krîz bû mijara sereke û ya herî girîng a dewletên zilhêz û hemî cîhanê. Gelekî nirxandin tên kirin. Hinek rojnamevan, diplomat û pisporên leşkerî bahsa metirsiya şerekî berfereh jî dikin. Helwestê aliyan bi xeteke pahn diyar bû.
DYA (USA), dewletên YE (EU) û NATO, bi helwestekî zelal piştevaniya Ukraynê dikin, lê bahsa piştevaniya leşkerî nakin. Ew dixwazin bêhtir bi riyên ambargoyên aborî, mali û diplomatî pêşî li hêrîşkeriya Rusyayê bigrin.
Rusya jî bahsa diplomasiyê dike, lê heman demî hêza xwe ya leşkerî jî fiîlî û manevî bi kar tîne.
Çavdêrên navdar bahsa îhtîmala şerekî li dijî tevayiya Ukraynê dikin û dibêjin, dibe ku Rusya hêrîş bike, heta Kievê here û li Kievê desthilatekî mariyonet bi Rusyayê ve girêdayî bîne ser hukm. Senaryoya herî xerab nuha ev e.
Ev senaryo li Ewrûpa bûye cîhê tirsê ku Rusya lê kar dike cografya siyasî li rojhilatê Ewrûpa û li dewletên qeraxê bahra Baltikê gav bi gav biguhere. Yanî li Ewrûpa takêşa (balansa) siyasî serûbin bibe.
Îro (23.2.2022) kolumnîst û nivîskarekî navdar, bi xwe li Moskovayê ji dayik bûye û berî 30 salan hatiye Almanyayê, Vladimir Kaminer jî sernivîsa xwe daniye: „Gelo Putin dixwaze hêj DDR jî paşve bîne?“ (Will sich Putin auch noch die DDR zurückholen?). V. Kaminer dinivîse, ji xwe ev heşt sal in Rusyayê herêmên Dunask û Lugansk-ê de facto dagîr kiribû. Nuha bi naskirina wan qaşo dagirkeriyê de jura rewa dike. Lê metirsî li vê derê ranaweste, tirs heye ku Kiev jî di bin xeterê de ye. Û li komarên qeraxê bahra Baltikê jî dê bêistiqrarî peyda bibe. Çavdêr dibêjin armanca Rusyayê ew e, xwe bigihîne Kalînengradê (demê Preussan de navê wê Königsberg e).
Bêguman rewşeke wisa dê bandora xwe li ser YE (EU) û NATO hebe û ev jî peywendiyên nabeyna Rusyayê û rojava serûbin dike. Ji xwe ji nuha ve „Lihevkirina MINSKê“ ya 12.2.2015an têkçû. Putin di gotara xwe de vê lihevkirinê bê mane kir.
Di hin gotarên Putin de yên sala dawî û yên van rojan de, ew ji aliyekî ve rexne li Amerika û Ewrûpa digre. Ne razîbûna xwe diyar dike ji berfereh kirina deverên hêzên NATO lêye. Lê heman demî bahsa armanca berfereh kirina Rusyayê dike wekî serdema Yekitiya Sovyetan. Ev yek gumanên siyasî û tirsa şerî zêde dike.
Ev nakokiya cîhanî dê çawa dewam bike û çi bi xwe re bîne, ne diyar e. Rojavayî di wê hêviyê de ne ku bikarin Rusyayê bi tehdît û cezayên aborî, malî, diplomatî rawestînin û nehêlin şerekî derkeve. Gelo ev mumkîn e? Nuha ev hêvî û xwezî ye, lê şer bijareya herî xerab e.
Bi krîza Ukraynê ya nuha, rojeva siyasî stratejîk bi giranî derbasî Ewrûpa bû. Nuha êdî rojeva cîhanê dê bi sererast kirina takêşên (balansên) siyasî, leşkerî û aborî li rojhilatê Ewrûpa mijûl bibe. Mirov digot belkî piştî Peymana Dayton (1995) û destpêşxêriya leşkerî ya NATO û biryarên YM/UN bo Kosovo (1999) dizayna siyasî li Ewrûpa bi dawî hatiye.
Na wisa nebûye. Bi hin şaşiyên Ukrayna û herî dawî bi midaxeleya Rusyayê takêşên Ewrûpa careka din bû rojev. Dê heta kengî bidome, ne diyar e.
Piştî şerê cîhanê I. û II. jî wisa bûbû. Berê li Ewrûpa takêşên siyasi û leşkerî hatin diyar kirin û pê re dizayna siyasî ya cografî pêkhat. Û ji Ewrûpa derbasî Rojhilata navîn, navenda serçaviyên energiyê bûn.
Ji şerên Giravê (Golf) I. (1991) û II. (2003) vir de cîhan bi dizayna rojhilatê navîn jî mijûl e. Her aliyekî goreyê berjewendiyên xwe li ser xetê ye.
Di vê qonaxê de ji me Kurdan û pêkhatiyên em hevra dijîn re jî li başurê Kurdistanê serdemekî nû destpê kir. Kurdan û pêkhatiyan li jorî paralela 36an de facto xwe ra hêlînekî avakirin. Piştî 2003 şerê azadbûnê ji dîktatoriyê û sala 2005an bi pejirandina destûra Iraqa federal Rêvebiriya Herêma Kurdistanê bû heremekî federe de jura û digel hemî kurt û kêmasiyan de facto wekî nîv dewletekî xwe bihêz kir. Îsal 30 saliya dewleta de facto û 17 saliya rêvebiriya federe ya de jura temam dibe. Li başurê welatê me di vê qonaxa dizayn kirina rojhilata navîn de daxwaz û armanca miletê Kurdistanê dewletbûn û serweriyeke destûrî temamî ye.
Piştî “Bihara Erebî” li dewletên Ereb, Kurd li rojavayê Kurdistanê ser axê gîhan hinek destkeftiyan. Bi taybetî di şerê dijî terorizma selefîstan (Daişê) de bi hêzên hevpeymanan re hevkariyeke sûdwar pêkkanîn. Rewşa vê derê rewşeke de facto ye û hêj ne diyar e, dê çi biqewime. Lê destkeftî hewce ye bên parastin. Kurd bi yekhelwestî û pêkhatiyên hevkar hevra divê xwe bigihînin qonaxa de jura. Bi kêmasî bibin xwedî statuyekî ku Kurd bikarin li wê derê nasnameya xwe li ser axê biparêzin.
Di vê qonaxa aloz de, bala siyasi strtajik bêhtir êdî derbasî Ukraynê û rojhilatê Ewrûpayê bû.
Wek pêşbîniyekî em dikarin bêjin, heta li Ewrûpayê takêşên (balansên) siyasî, leşkerî û aborî neyên danîn, dê ne zelalîya li Rojhilata navîn wisa berdewam be. Bi taybet, bo Rusya Suriye zêde girîng e. Kafkasya, Îran/Turkiye, Suriye ev xeteke stratejîk e bo Rusya jî.
Bi nakokiya Ukraynê hinek “kevir ji cîhê xwe leqiyan”! Ev rewş dê ji bo deverên din jî bi her awayî “domino efekt” (bandorekî pevgirêdayî) hebe.
Siyaset û diplomasiya Kurdistanê hewce ye, bandora xerab û erênî hevra binirxîne û xwe ji îhtîmalên nû re amade bike.
Biryarên Mahkemeya Federal ya Iraqê her çiqasî bêhtir peywendiyê xwe bi siyaseta dewletên dorber re hebê jî, ji van bûyerên navdewletî jî ne şûştî ye. Her aliyekî hewl dide ji derfetan îstîfade bike.
Balkêş e, wezîrê karê derve yê Suriyê radigihîne ku dê rê nedin Kurdan ew bibin parçeyekî planên Amerikiyan.
Her wisa balkêş e, li Turkiyê hin dorberên şovenîst turkçî dinivîsin, ev derfeteke baş e ku em jî (Turkiye) mafên xwe yên dîrokî bi dest bînin, Musul û Kerkûkê li xwe vegerînin!
Belê, stratejiyên kevin di mahzenan de û fikrên dagîrker yên mejiyên jahrî li dijî Kurdan û Kurdistanê li vî alî li wî alî xwe eşkere dikin.
Riya me Kurdan tenê gotinên zêrînî yên Ehmedê Xanî ronî dike:
“Ger dê me hebûya îttîfaqek!”
Di vê qonaxê de jî eger me ev hebê, emê bi serkevin.
Bayram Ayaz
23.02.2022