Erdheja Xarpêtê bandor li kelha Diyarbekirê jî kir

Bi erdheja Xarpêtê herêmek berfereh hejiya û ji bilî Xarpêt û Meletiyê li çendîn bajarên din jî, avahî lerizîn. Li gel vê yekê, Kelha Diyarbekirê, ya ku xwedî dîrokek 5 hezar salan e, hejiya û kevirên kelhê hilweşiyan. Endazyarên avahîsaziyê dibêjin; ji ber bêxwedîtiyê, Kelha Diyarbekirê dihilweşe û banga lê xwedîderketinê dikin.

K24- Amed

Bi erdheja Xarpêtê herêmek berfereh hejiya û ji bilî Xarpêt û Meletiyê li çendîn bajarên din jî, avahî lerizîn. Li gel vê yekê, Kelha Diyarbekirê, ya ku xwedî dîrokek 5 hezar salan e, hejiya û kevirên kelhê hilweşiyan. Endazyarên avahîsaziyê dibêjin; ji ber bêxwedîtiyê, Kelha Diyarbekirê dihilweşe û banga lê xwedîderketinê dikin.

Kelha Diyarbekirê ku xwedî dîrokekî 5 hezar sal e ji erdhej û bûyerên xwezayî gelek bandor dîtiye. Di 24'ê kanûna paşîn de li Xarpêtê erdhejeke bi pileya 6,8'an çêbû. Kelha Diyarbekirê ji erdhejê bandor dît û kevirên kelhê jê hilweşiyan. Endazyara avahîsaziyê Sevdet Acar dibêje, erdhejê bandora xwe li Kelha Diyarbekirê jî kir lê belê bûyerên xwezayî yên wekî baran, bahoz û tava dijwar jî bandorê li Kelhê dike. Li gorî nirxandina Sevdet Acar, xebatên nûjenkirina kelhê jî ne bi awayeke zanîstî tên kirin û ji ber vê yekê dema ku erd diheje kevir jê dihilweşin.

Sevdet Acar -endazyara avahîsaziyê- got:"Kelha Diyarbekirê bi hezaran sal e ku li ser piyan e û bi hezaran caran hejiya ye. Erdhêj bû sedema hilweşîna keviran lê belê ne tenê erdhêj ji ber ku nûjenkirineke baş nayê kirin jî dihilweşe."

Li gorî belgenameyên dîrokî, Kelka Diyarbekirê ji beriya zayînê 3 hezaran salan ji aliyê Hûriyan ve wekî kelha parastinê hatiye avakirin. Kelhe, bi dirêjahiya xwe ya 5 hezar û 700 metreyan, piştî Seda Çînê di cîhanê de dîwarê herî dirêj e. Lê di salên dawî de ji ber bûyerên xwezayî gelek kevirên Kelhê jê hilweşiyan û tê gotin ku kevirên kelhê tên dizîn. Kelhê, di 2015'an di nav Lîsteya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCO'yê de cih girt û di 2017'an de hin beşên xirabe hatin nûjenkirin. Li gorî gotinên avahîsaz Ferît Kahraman di salên dawiyê de ti xebatên berfireh û hêja yên nûjenkirinê li ser kelhê nehatine kirin.

Ferît Kahraman –avahîsaz- dibêje:"Divê bi awayeke bi lez kelh were nûjenkirin. Di vê erdheja dawî de jî ew cihên ku ji berê zirar dîtibûn hilweşiyan."

Li gorî ragihandina endazyaran, ava li ser kelhê kom dibe divê were valakirin û rê neyê dayîn ku dar û nebat jî li ser kelhê şîn bibin. Li gorî ragihandina endazyaran, kevirên ku ji kelhê ketine xwarê divê bi teknîkeke zanîstî dîsa li cihên wan werin danîn. Endazyar dibêjin; divê demildest bi temamî kelhe were nûjenkirin û ev mîrateya çanda cîhanî xirabtir neb.